12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sed hezaran li Kolnê ji bo Azadiya Rêber Ocalan dimeşin

Bi sed hezaran Kurdistanî û dostên kurdan ji gelek welatên Ewropayê hatin li Kolnê kom bûn. Bi sed hezaran Kurdistaniyên gihiştin hev ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî” de bi sed hezaran Kurdistanî û dostên kurdan li bajarê Koln ê Elmanyayê gihiştin hev. Kurdistanî û dostên li Kolnê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Bi sed hezaran kesên gihiştin hev, posterên mezin ên Rêber Abdullah Ocalan vekirin û alên ku wêneyên Rêber Ocalan li ser heye rakirin û dimeşin. Girseyê di meşê de pankartên “Bi ruhê fedaî em ê dagirkeriyê têk bibin” “Rênîşana azadiyê di destê ciwanên fedaî de ne”, “Ji Ocalan re azadî” û gelek pankartên mezin vekirin. Girse meşa xwe bi dûrûşme û stranan didomîne.