Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî” de, li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngê dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi sed hezaran Kurdistanî û dostên kurdan li hev kom bûn û bi saetan meşiyan. Piştî meşa dûr û dirêj sed hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn. Mîtînga mezin a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka KCDKE-‘yê Zubeyde Zumrut axaftina vekirinê kir.
Zumrut: Heta Azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin
Zubeyde Zumrut, bang li CPT, KE û hêzên navdewletî kir û xwest guhê xwe bidin daxwazên gelê kurd ên vê qadê û got: “Ev peyama azadiya Rêber Apo ye. Bila hemû cîhan zanibin ku çareseriyek pêk bê dê bi azadiya Rêber Apo pêk be. 26 sal in Reber Apo li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide. Gelê kurd jî li qadan li ber xwe dide. Heta Rêber Apo azad bibe em ê li hemû liqadan li ber xwe bidin. Heta pirsgirêka kurd çareser bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan û Rojhilata Navîne. Bijî Rêber Apo. Biji Rêber Apo.”
Hevserokê KCDK-E’ê Engîn Sever: Rêber Apo vîna me ye
Hevserokê KCDK-E’yê Engin Sever jî xer hatina gel kir û got: “Hûn di ser seran û ser çavan hatin. Îro 26 sal in Rêber Apo bi komployê girtî ye. Kesên kompo pêk anîn bila vê qadê û daxwaza vî gelî bibînin. Daxwaza vî gelî daxwaza azadiya rêber Apo ye. Em wekî KCDK-E’ê vîna me Rêber Apo ye. Em li pey gotinên wî ne. Em di meha mijdarê de ne. Meha mijdarê ji bo gelê kurd ji nûve vejîn e. Em vê vejînê li hemû gelê Kurd pîroz dikin. “