Îsal jî Newroza fînalê li bajarê Frankfurtê bi tevlibûna sedhezaran kesî bi coş û peroşeke mezin hate pîrozkirin.Bi tevlibûna gelek stranbêj, aktîvîst, siyasetmedar û rêxistinên mafên
mirovan, peyamên girîng hatin dayîn û nirxandinên li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk“ hatin kirin.
Li rexmî şert û mercên zehmet jî, gelek kes ji gelek bajarên Almanya û welatên derdorê hatin û beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Li ber mûzîk û stranên kurdî, bi cil û bergên neteweyî Newroz bi coş pîroz kirin. Ciwan û jinan bi berzkirina “Jin Jiyan Azadî ” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qada Newrozê xemilandin û jî nerazîbûnên xwe li ser tecrîdê anîn ziman.
Siyasetmedar, stranbêj û aktivîstên li ser dîkê jî bertek û nerazîbûnên xwe, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser nirxên kurdan, anîn ziman. Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rojava Îlham Ehmed , bi mizgîniya lihevkirin û tifaqa di navbera kurdan de dest bi peyam û nirxandinên xwe kir û got: “Heta niha di navbera aliyên kurdan de gavên girîng hatine avêtin û em bi hêvî ne pîştî cejnê mîzgîniya tifaq û îlana wê ji bo we hemiyan bidin. Pîştî îlana tifaqê bi şandeyekê kurd dê bi heman daxwazan hevdîtinan li gel rêveberiya Şamê bikin da ku mafên kurdan di destûra bingehîn a Sûrî de bi cih bibe. Her wiha diyalogek bi Şamê re tê meşandin. Di vê diyalogê de ji bo ku Sûriyeke nenavendî û komareke Sûrî ya demoqratîk bê avakirin, mafê kurdan û yên gelê Sûrî mîsoger bibe gavên girîng hene.” Îlham Ahmed anî ziman ku li ser vegera Efrînê jî hewldan, proje û hevdîtinên wan bi aweyekî fermî bi rêveberiya Şamê re didomin.
Peyamên Îlham Ehmed bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin û girseyê bi dirûşmeyên xwe silav ji berxwedana Rojava re şandin.
Newroza îsal ji ya her salê girseyîtir hate pîrozkirin . Newroza ku bi Sirûda “Ey Reqîp ” dest pê kiribû, bi stranên Hunera Azad, Hozan Dîno, Hozan Diyar, Trio Sêreng, Yelda Ebasî û komên govendên gelêrî hat xemilandin û bi dawîkirin.”