12 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi rûhê ’Bangî Heq’ banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Kurdistan Lezgiyeva ji bo merasîma çekşewitandinê got: “Helbet cîhê merasîmê ne ji rêzê bû. Şikefta Casenê ji bo Başûr û kesên tekoşer cîhekî pîroz e.  Li wir cara yekê dengê şoreşa kurd a Şêx Mehmûdê Berzencî bi navê ‘Bangî Heq’ derket û piştî sedsalekî li heman cihê ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ hat kirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya Şandeya DEM Partiyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û xwest ku PKK xwe fesih bike. Piştî bangê PKKê di 1ê adarê de biryara agirbestê da û 5-7 gulanê de kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û biryara xwefesihkirinê da.

PKKê ji biryardariya xwe ya di têkoşîna bi rêbaza bê çek de nîşan bide di 11ê tirmehê de bi awayeke sembolîk bi tevlibûna 15 şervanên jin û 15 şervanên mêr merasîma çek şewitandinê pêk anî. Merasîma ku bi temaşekirina gelek kesan pêk hat di hemû cihanê de deng veda.

Em der barê merasîma ku pêk hat de bi rojnameger Kurdistan Lezgiyeva ya ku merasîmê li cih şopand re axivîn.

Kurdistan Lezgiyeva di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cihê ku merasîm lê pêk hat û wiha got: “Merasîm li bajarê Silêmanî li şikefta dîrokî ya bi navê Casenê pêk hat. Şikefta Casenê 50 km dûrî bajarê Silêmanî li navçeya Dûkan a herêma Sûrdaş di binya çiyayê Sara de ye. Di nîvê sedsala 20emîn de şikefta Casenê ji bo serhildan û şoreşa li başûrê Kurdistanê rolekî girîng leyîstiye. Wek şêniyên navçeyê behs kirin, berê ew der gund bû û nêzî 300 malên kurd lê jiyan dikirin. Rûxmê ku pirî caran rastî êrîşan hatin jî lê dîsa jî hebûna xwe parastin. Di dema rejîma Baasê de gund rastî êrîşan hat, gelek gundî hatin kuştin û dawî de gund hat valakirin. Di her wan êrîşan de şikefta Casenê ji bo şêniyan bûye cîhê parastgehê. Şikeft mezinahiya xwe 40 metre ye (bilindahî 7 metre, firehbûn 9 metre). Piştî bûyerên 3yê sibata 1923yan şikefta Casenê ji bo gelê başûrê Kurdistanê wateyekî xwe ya cuda wergirt. Wek tê zanîn di 3yê sibata 1923yan de înglîzan bi topbaranê êrîşî Silêmanî kirin da kû şoreşa ji hêla Şêx Mehmûd Berzencî ango Efîd ve hat destpêkirin bitepsînin.”

Kurdistan Lezgiyeva di berdewamiya axaftinê de ji bo mijarê ev tişt anî ziman: “Îngliz teslîmiyetê ferz dikin lê Şêx Mehmûdê Berzencî teslîmiyetê qebûl nake û dakû êrîşên wan li ser şêniyên Silêmanî bide seknandin bajar terk dike û li şikefta Casenê tekoşîna xwe dewam dike. Di 28ê adara 1923yan de heman şikeftê matbaa ava dike û yekemîn rojnameya şoreşa kurd a bi navê ‘’Bangî Heq’’ li wir çap dike.”

Tercihkirina cih

Kurdistan Lezgiyeva wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet cîh ji bo merasîmê ne ji rêzê bû. Şikefta Casenê ji bo başûrê Kurdistanê û ji bo kesên tekoşer û parazvanên xaka xwe cîhekî pîroz û bi wate ye.  Li wir cara yekê dengê şoreşa kurd a Şêx Mehmûdê Berzencî bi navê ‘’Bangî Heq’’ derket û piştî sedsalekî li heman cihê ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ hat kirin. Hêzên emperyal û dagirker teslimyetê ferz kirin lê ew li parastgehên xwe yên çiya û şikeftan xwe girtin û ji nû ve xwe afirandin. Di rûhê nû yê kurd de xwedî li paşeroja xwe derketin heye û herwiha pêşerojên nû ji bo gelê xwe dihûnin. Ev yek me carek din li Silêmanî dît.”

Kurdistan Lezgiyeva got ku ji bo ewlehiyê gelek tedbîr hatine girtin û tevî ku di her 30 metreyan de kontroleke hatiye kirin jî tu zehmetî ji bo kesên dê tev li merasîmê bibin zehmetî nehatine derxistin.

 Merasîma çekşewitandinê

Kurdistan Lezgiyeva şahidiya xwe ya ji bo merasîmê wiha anî ziman: “Dema herkes cîhê xwe girt ji xeynê ragihandina fermî, bi kurdî û tirkî anons hat kirin ku tu kes bi telefon an kamerayan dîmenan nakşîne. Bêdengî çêbû û li jor dengê linge wan hat bihîstin. Gerila dihatin. Ji şikefta Casenê heta cîhê merasîmê 50-60 metre hebû, herkes li ser piya bi dirûşme ‘’Bijî Serok Apo’’ wan pêşwazî kir. Bi pêşengiya Besê Hozat û Nedîm Seven koma ji 30 gerîlayan ku 15 jin, 15 mêr bûn, hatin qada merasîmê. Merasim bi daxuyaniya kurdî û tirkî dewam kir. Piştî peyamê hemû kom bi yek rêzê berê xwe dan cîhê çek şewitandinê. Di rûyê wan de heybet hebû û hêviya pêşerojên azad hebû. Hêza ku soza ku dan Rêberê Gelê Kurd bi yek deng û helwestî bi cîh anîn hebû. Bîr û baweriya gel hebû û me carekî din dît ku PKK gel e û gel li wê de rê bû.”

Şewitandina çekan

Kurdistan Lezgiyeva da zanîn ku mînakên çekşewitandinê di dîrokê tunene û ev tişt anî ziman: “Yekemîn rêxistina naskirî ya ku di dîrokê de çekan şewitandiye, wekî komeke rêxistinkirî ya ku kiryara danîna çekan pêk aniye, nehatiye tomar kirin. Lêbelê, nêrînek li dîroka çekan aşkere dike ku, çekên agir cara yekem li dora sala 1250an li Çînê hatine bikaranîn û piştî sedsala 14emîn li Ewropayê belav bûne. Kiryarên danîn an tunekirina çekan pir caran bi awayekî ferdî yan ji hêla çavdêran re hatine kirin. Ji hêla kîjan rêxistinê ve danîna çekan pêk hatiye bi zelalî nehatiye belgekirin. Ji ber wê heger em li dîrokê rast binêrin û bixwînin cara yekemîn e ku ji hêla endamên rêxistinekî ve çek tên şewitandin.”

Pîroziya agir

Kurdistan Lezgiyeva got ku agir ji bo hemû kurdan xwedî pîroziyê ye û wiha pê de çû: “Agir wek serhildane ku ji hêla Kawayê Hesinkar ve li hember zilma Dehaq destpêkiriye û bi agirê ku Mazlûm Dogan vêxistiye bûye sembola berxwedanê. Herwiha wateyekî xwe ya din jî agir germahî û tazebûne û mirasa Prometeus ji bo mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê şewitandina çekan ne dawî ye destpêk e.”

Pêvajoya nû

Kurdistan Lezgiyeva wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li qadê gelek dayikên şehîd û şervanan amade bûn. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê dil bû yek û berê xwe dan qada merasîmê. Her yek ji wan dixwestin gerila bibînin. Ji ber ku di her gerîlayekî de keç û kurên xwe didîtin. Tililiya wan qada merasîmê xemiland û bû hêz ji bo hemû kesên ku hatibûn qadê. Ji ber rewşa ewlehî dayîk nekarîn wan ji nêz ve bibînin. Di dawîyê de dixwezim lê zêde bikim. Em wek gelê kurd ketin qonaxekî nû û me şahîdiya dema dîrokî kir. Helbet kesên ku bixwazin berovajî bikin hebin lê pêwîste em xwedî helwest bin û xwedî li mîrasê şehîdên xwe derkevin. Heger em dilsozê doza azadî û şopdarên banga dîrokî ne em ê li gor wî xwe birêxistin bikin û tekoşîna xwe xurt bikin. Bi vê rûh û baweriyê em ê biginîn serkeftinê û pêşeroja xwe misoger bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê