Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî 8emîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞê nirxandin kir.
Zarîn Kobanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qehremanî û fedaîbûna jin û xortên şoreşger û ev tişt anî ziman: “Gelek şêrejin û mêrxasên welatê min canê xwe ji bo rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê feda kirin. Wan egîdan destanên cengaweriyê bi berxwedana xwe nivîsandin û em anîne roja îro.”
Gaziya şer Zarîn Kobanê destnîşan kir ku bi rizgarkirina Reqayê re ji bo tevahiya cîhanê û mirovatiyê serdemeke nû vebû û wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞê Reqa kiribûn paytexta xilafeta xwe. Hemû komkujî û hovîtî ji wir bi rê ve dibirin. Lê di pêşengiya jinên egîd û xwedawend de ew desthilatya zilmê ya gelek hêzên dagirker hêviyên xwe pêve girê dabûn, bi awayekî careke din nikaribe rabe ser xwe hilweşiya. Ne tenê herêma me, tevahî mirovatî ji tehlûkeyeke pir mezin hat rizgarkirin. Rizgarkirina Reqaya bajarê Siltan Harûn Reşîd, li Rêber Apo tevahî gelên herêmê, li hêzên YPJ û HSDê pîroz be. Bi hemlaya Xezeba Firatê, di pêşengtiya fermandar û şervanên YPJê de, ev bajarê dîrokî û bedew ji bin hukmê zilm û zordariyê derket.”
Zarîn Kobanê diyar kir ku hêzên YPJ û HSDê temînata ewlehiya tevahî herêmê ne û wiha axivî: “Em ji bo yekîtiya gelan ji dil û can amade ne. Ez careke din bang li jin, ciwan û li tevahî gelan dikim ku xwe ji pêkve jiyanê re amade bikin.”
Gaziya şer Zarîn Kobanê herî dawî jî got ku di rizgarkirina Reqayê de bi sedan hevrêyên wan şehîd û birîndar bûne û ev xisûs anî ziman, “Ez bi vê wesîleyê ji tevahî malbatên me yên şehîdan re silav û rêzên xwe dişînim. Weke gaziyên şer jî em serbilindin ku di oxira heqîqetê û mirovatiyê de me ji canê xwe parçe dane. Em ê ji niha û şûn ve jî çi pêwîst be ji bo gelên xwe û Rêbertiya xwe bikin. Wê ti kes nikaribe vîn û îradeya şervan û gaziyên timî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin bişikînin.”
