20 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi rengê welat şîn dibin guldexwîn

Welatê me yê xwedî gelek berhemên taybet, mazovanî ji guldexwînan re jî dike. Çiyayên Kurdistanê van çîçekên bêhampa di himbêza xwe de hebandiye. Guldexwîn jî bi reng û xweşikiya xwe çiyayên welatê me xemilandiye

Lê tu çima wisa stu xwarî?
Na na! Min berê xwe daye axa welêt.
Min pişta xwe daye rojê, dostaniya xwezayê dikim.
Bûme yar ji van çiyayên bi heybet re, ez hevaltiya zarokên agir û rojê dikim.
Ezim gula Mezopotamya me, Guldexwînim ez, kûlîlka biharê…

Bi çiyayên Zagrosan ve hevraz bibe… Na na here Cîlo… Herekol, Artos û Erek… Ji wir berê xwe bide Çiyayên Sasûn, û ber bi çiyayên navdar yên Dêrsimê ve biherike… Li van çiyayên navdar û nazdar mirov rastî kulîlkek tê. Ew kulîlka newaze Guldexwîn e.

Niha werin em vê kulîlka ku yek ji rengên welatê me ye û ji van diyaran li cihanê belav bûye ji nêz ve nas bikin.

Dema bihar hat; gûl û çîçek, dar û ber, mêrg û zozan şîndibin li her derê welêt. Lê li Kûrdistanê, bi taybet jî li ser çiyayên bilind Guldexwîn rûyê xwe vedikin. Ev jî taybetiyek xwezaya Kûrdistanê ye. Çiyayên bilind mazovaniya Guldexwînan dikin.

Li vê erdnîgarê bihar bi tevahiya rengên xwe, bedewiya xwe pêşkêşî mirovahiyê dike. Xweza, li welatê me rengek cûda dide jiyanê. Pêwiste mirov vê jiyanê bi tevahî hîs bike, xweşîya wê jiyan bike.

Kulîlka herî bi qiymet

Li mêrg û çiyayên Kurdistanê gelek nebat şîn dibin. Dar û ber, gul û çîçek, çem û rûbarê welêt navdarin. Lê belê di nav vê dewlemendiya xwezayê de tişta herî bala mirovan dikşîne guldexwîn e.

Guldexwîn kûlilka herî bi qiymet yê çiyayên Kûrdistanê ye. Ji ber rûyê xwe daya axê dibêjinê “laleya ters”, her wiha ji ber tovikê xwe berdide nav axê, navê “laleya digrî” jî lê hatiye kirin. Her wiha li hin deverên Kurdistanê jî, bi wek navê “Şilêr” jî tê naskirin. Bi latînî ji weke “Fritillaria Imperialis” hatiye binav kirin.

Kûrdistan wek welatê sereke yê Guldexwînan tê zanîn. Tovê vê kûlîlkê ji Kûrdistanê li tevahiya cihanê belav bûye. Çiyayên herêma Colemergê, Çiyayên Sasûn, yên aliyê Wanê û milê Zagrosan warê guldexwîna ne.

Guldexwînên ku bi dema hatina biharê re derdikeve, li bilindahiya 1200-2500 metre şîndibin. Tê gotin ku 167 cûrreyê wê hene û bi rengê sor, zer û pirteqalî tê zanîn. Di dema meha Nîsan û Gûlanê de derdikeve û umrê wê 15-20 roje. Bejna wê 75 santim e û li ser bejna wê 4 an 6 belgên wê hene.

Çîrokên li ser guldexwînê

Ev kulîlka bêhempa qedr û qiymetek mezin a Kûrdistanê ye. Mirov dikare bêje her guldexwînek xwedî çîrokek e. Her wiha ev kûlîlka xweşik di dîrokê de bûye mijar ji gelek çîrok, metelok û serpêhatiyan re.

Disa di mîtolojiyê de jî cihê xwe girtiye. Li erdnîgara Mezopotamya guldexwîn wek kulîlkek pîroz hatiye qebûlkirin. Her wiha di serdema Asûriyan de, ji ber ava li ser xwe berdide axê bûye kûlilka wan a herî pîroz. Di Xirîstiyaniyê de jî; dema Hz. Îsa li çarmixê dixin, dayika Meryem hêsir ji çavan dibarîne. Li gor vê baweriyê tê gotin ku guldexwîn ji hêsirê çavên Meryem şîn bûye.

Herwiha li herêma Wanê jî hin çîrokên mitolojik hene li ser guldexwînan. Ev çîrok di destana Axtamara û şivanê dildarê wê de xwe dide xûyakirin. Tê gotin ku şivanê dildarê Axtamara ya ku niha navê wê li girava navdar dijî, ji bo evîna xwe pesend bike guldexwînan diçîne. Dema keşîşa bavê Axtamara komplo li şivan dike û ew li ber pêlên gola Wanê de can dide, ev kulîlk dibe remz û sembola evîna şivan û Axtamara. Lewra ji wê dîrokê heta roja îro dema dildar û evîndar jiyana xwe ji dest didin li ser gora wan gûldexwîn têne çandin.

Xetereyên li ser guldexwînan

Ev gula bi qedr û qiymet ji ber ku li her welatê dinyayê şîn nabe, di bin xeteriya wendabûnêde ye. Her wiha xeteriyek din jî revandina tovên wê ne. Tê gotin ji ber ku tovên wê peyda nabe bi riya qaçaxçiya ew derdixin dervê welat. Guldexwîn bi taybetî jî ji bo Hollandayê tê birin. Lê belê derxistina wê ya dervê welat li gor qanûnan qedexeye.

Welatê me yê xwedî gelek berhemên taybet, mazovanî ji guldexwînan re jî dike. Çiyayên Kurdistanê van çîçekên bêhampa di himbêza xwe de hebandiye. Guldexwîn jî bi reng û xweşikiya xwe çiyayên welatê me xemilandiye. Lewma çiyayên welêt û guldexwîn bûne mîna du evindaran. Xwe li hev rapêçane û bi hebûna hev xwe kirine perçeyek ji xwezayê.

Hêjayê gotinê ye ku ev kulîlka newaze wek gula Kurdistanê ye û mirov dikare bêje ku tenê çîçeka van axan e. Niha careke din berê xwe bidin guldexwînê û rengîniya wê hîs bikin, bêhna wê bikişînin heta nava dilê xwe.