12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi polîtîkayên dijminane nêzî Tûglûk dibin

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran kes tên girtin. Ji wan bi sedan kes nexweşên giran in û hewceye demildest bên berdan. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê girtîgehan weke rêbaza tolhildanê bikar tîne û li hemberî girtiyên kurd cotstandartiyê dikin. Mînaka vê yekê ya herî dawî du nexweşên demansê bûn. Yek ji wan Çevîk Bîr yê ku ji doza darbeya 28’ê sibatê girtî bû ya din jî siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk e. Roja ku Çevîk Bîr ji ber nexweşîna demansê hat berdan Aysel Tûglûk neçarê îfadedayînê hat hiştin.

Em der barê girtîgeh û rewşa dawî ya Aysel Tûglûk bi berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re axivîn.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku rewşa niha ya girtîgehan ji salên 80’yan derbas kiriye û wiha got: “Dema ku AKP hat ser kar kiryarên salên 80’yan ên li zindana Amedê rexne dikir. Lê îro em lê dinêrin ew zextên hê zêdetir û dijwartir pêk tîne. Îşkence û zextên li zindanan ji Îmraliyê destpê dikin. Kiryarên li zindanan bi tecrîd û bêhiqûqiyê tên meşandin. Di demeke kin de ji 50 kesî zêdetir girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 1600 girtiyên nexweş û ji wan jî 600 girtiyên nexweş yên ku rewşa wan girane di girtîgehan de tên girtin.”

Îşkence li girtiyan tê kirin

Ayşe Acar Başaran got ku li ser girtiyan bi terza leşkerî îşkenceya derûnî tê kirin û ev tişt anî ziman: “Bi tekmîlan an jî hejmara li ser piyan îşkence û bêhiqûqiyek mezin tê kirin. Gelek girtî bi awayekî kêfî ji bo ku bi malbatên xwe re nikaribin têkilî deynin li girtîgehên dûr tên girtin. Li dijî Aysel Tûglûk jî heman kiryaran pêk tînin. Aysel Tûglûk girtiyek siyasî ye. Pergala hevserokatiyê cara yekemîn di şexsê Aysel Tûglûk de hat pêşxistin. Dîsa parêzera birêz Ocalan e. Her wiha jineke kurd e. Ji ber van nasnameyên xwe Aysel Tûglûk bi kêfî di girtîgehê de tê girtin. Ev nêzîkatiya ku li Aysel Tûglûk dikin di hiqûqê de tu navê wê nîne. Îşkenceya ku desthilatdar li cenazeyên kurdan dikin jixwe li rastê ye. Dema ku dayika wê rehmet kir jî nehiştin ku Aysel Tûglûk li gorî baweriya xwe dayika xwe defin bike. Bi faşîstan re êrîşê cenaze kirin. Ev rewş gelek bandor li hevala me kir û heta bi vê êşê nexweş jî ket.”

Cotstandartiya hiqûqê

Ayşe Acar da zanîn ku Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demanse re têdikoşe nikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku bi belgeyan tê zanîn ku Aysel Tûglûk nexweşa demansê ye jî nayê berdan. Herî dawî serfermandarê wan yê di girtîgehê de Çevîk Bîr ji ber ku nexweşîna demans pê re hebû hat berdan. Hewceye ku Aysel Tûglûk jî bihata berdan. Nexweşxaneya Kocaeliyê rapor amade kir û got Aysel Tûglûk nexweşeke demansê ye û nikare di girtîgehê de bê hêştin. Li Desteya Tiba Edlî (ATK) bi şiklekî dijminatî û siyasî ev rapor red kir. Herî dawî jî ji bo doza Kobanê dema Aysel Tûglûk anîn dadgehê rewşa wê me dît ku pir giran e. Parêzerê xwe nas nedikir û nedizaniya ku ji bo çi hatiye dadgehê. Îşkence û êrîşek psîkolojîk li ser Aysel Tûglûk tê meşandin. Li dijî vê rewşa Aysel Tûglûk hevseroka me Gultan Kişanak bertek nîşanê dadger da û got, ‘hûn şerm nakin.’ Aysel Tûglûk ji ber jinek û siyasetmedareke kurd e bi polîtîkayên qirêj û dijminane nêzîkî wê dibin.”

Acar diyar kir ku desthilatdar bi van polîtîkayên xwe yên heyî dixwaze tola Kobanê bigre û wiha got: “Desthilatiya faşîst a AKP-MHP’ê dixwest ku li dijî vîna jinan DAIŞ bi ser bikeve. Gotinên Erdogan ên ‘Kobanê ket ha dê bikeve’ hê di bîra me de ye. Hişmendiya AKP û DAIŞ’ê yek e. Ev gelek caran bi şênberî jî hat dîtin. Lê têkoşîna jinan a Şengal, Rojava û hemû Kurdistanê ev hişmendiya dagirker têk bir. Erdogan li dijî têkoşîna jinan bi hişmendiya yek zilamî tevdigere. Lewre dixwaze pergalek serdestî û baviksalarî bide avakirin. Herdema ku têk diçe bi êrîşên tund ser gel, civak û jinan de tê. Helbet ne tenê Kurdistanê li Tirkiyeyê jî li dijî jinan vê siyasetê bi pêş dixe. Dixwazin hemû destkeftiyên jinan binpê bikin û mafên jinan ji wan bistînin. Mînaka Peymana Stenbolê li ber çavan e. Her rojê li Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletê jineke tê kuştin. Ji ber ku bi taybet jinên kurd ji xwe re wekî talûke dibîne li her qadê êrîşî wan dike. Di encamê de nêzîkatiya ku li Aysel Tûglûk dikin li hemû jinan tên kirin.”