Piştî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ragihand ku dê di 11’ê hezîranê de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan pêk bê, rêxistin û pêkhateyên jinan jî bi hêzeke mezin di nav xebatan de cih girtin.
Li kantona Cizîrê, kantona Dêrazorê, kantona Reqayê, kantona Firatê, kantona Minbicê, kantona Efrîn-Şehbayê û kantona Tebqayê 6 bajarên mezin, 40 bajêr û 105 bajarok hene. Ji xeynî Efrînê û bajarokên wê, Girê Spî û Serêkaniyê ya di bin serdestiya dewleta tirk de, dê bi tevahî li 133 şaredariyan hilbijartin pêk bên. Dê bi giştî 30 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin. Ji van partiyan hin partî dê bi tifaqan beşdarî hilbijartinê bibin. Her wiha hin partî bi nav û logoyan û hin kes jî wê bi awayek serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin. Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê. Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hev Re Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji 5 partiyan pêk tê. Ji bo hilbijartinê jî dê 2 hezar û 113 sindoqên dengdanê bên danîn.
Esasgirtina komînê
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo ravekirin û zelalkirina mekanîzmaya xebatên şaredariyê û namzedan ji bo demên pêş, zagona şaredariyan û yekitiya şardariyên demokratîk a hejmara 4’an derxist. Zagona ku hatî derxistin li ser 11 xalan hatiye dabeşkirin, ev xal jî 63 xalan dihewînin. Di zagona ku gelek xalên girêdayî mekanîzmaya şaredariyan de tê ser ziman têkiliya şaredariyê bi komîn û meclisa xwecihî re jî weke mijarekê girîng tê îfadekirin. Her wiha li gor zagonê meclisa şaredariyê û meclisa xwecihî bi komînê re jî bi awayekî hevseng û bi koordîne xebitîn û şaredarî biryarên xwe yên di warê xizmetguzariyê de di serî de erêkirina komînê esas bigre. Di zagonê de pergala hevserokatiyê jî wek xeleke girîng cih digire.
Destkeftiyên şoreşê
Jinan, di nava 13 salan de bi saya şoreşê bûn xwedî ezmûn. Jin bi baweriya şoreşê û destkeftiyên bi salan hewl bidin ku şaredariyan li gorî pîvan û prensîbên edalet, wekhevî û demokrasiyê ava bikin. Di 22’yê Gulanê de, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma “Bi vîna jin jiyan azadî ber bi şaredariyên demokratîk ve” deklarasyona xwe ya hevpar a hilbijartinê aşkere kir. Di deklarasyonê de wiha hatibû gotin: “Me bi hemû cewazî, îrade, reng, fikir, soz û çalakiyên xwe ve namzatên hilbijartinên rêveberiyên xwecihîne diyar kir. Yekitî, wekhevî û azadiya gelan, ji bo jin û zarokan jiyaneke azad e, ji bo parastina xwezayê em ê di înşaya Neteweya Demokratîk a ku parastina jiyana ekolojîk dibînin berdewam bikin.”
Serkeftin dê bibe ya jinan
Jinên pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêşhilbijartina namzetên jin û pergala hevserokatiyê wek destkeftiyeke mezin a Şoreşa Jinan nirxandin û gotin serkeftin dê bibe ya jin û gelan.
Ji bo endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê Rehef El Elî hebûna jinan di hilbijartinan de dê serkeftinê misoger dike û civakek azad û demokratîk ava bike. Endama Koordînasyona Civaka Jin a Zenûbya Meryem Osman jî hilbijartinên şaredariyan weke pêngaveke dîrokî nirxand û got ku berê mafê jinan ê dengdayîn û hilbijartinê kêm bû, tevlîbûna jinan serkeftinek mezin e. Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Minbicê ya Rêveberiya Xweser Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêngaveke mezin ji bo hesreta jiyana hevpar û demokratîk a gelan hatiye avêtin û bi taybetî pergala hevserokatî, afirandina jiyaneke adil û wekhev armanc dike.
Her wiha herî dawiyê 33 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan îdiayên dewleta tirk a derbarê hilbijartinên li Herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê de derewandin û diyar kirin ku hilbijartinên şaredariyan bandorê li serdestiya Sûriyeyê nake û gefan li dewletên cîran naxwe û gotin; “Em ê bi hemû rêbazan tecrûbeya xwe ya demokratîk biparêzin.”