Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe bi îdeolojiya azadiya jinan bi çek kirine, bêhna azadiyê kişandine û çirûska şoreşa 19ê Tîrmehê di dilê xwe de geş kirine, îro gaveke nû di têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de davêjin.
Di 13 salên aloziya Sûriyeyê de bi taybet bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re Jinên Rojava bi armanca avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û siyasî pêşengtî ji şoreşê re kirin, şoreşek di nava şoreşê de ava kirin û li hember xetertirîn terora di cîhanê de şer kirin, axa xwe parastin û hebûna xwe îsbat kirin.
Bi taybet di daxuyaniya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser pirsgirêka jinan û got: “Doza jinan di civakê de ji doza kurdî kurtir e”. Bi vê bangê re jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya ber bi jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ve derbasî qonaxeke nû kirin, jinan li ser felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna xwe ya siyasî mezin kirin û pêşengtî ji avakirina yekitiya neteweyî ya jinên kurd re kirin. Bi baweriya ku jin dikare pêşengtiyê ji pêvajoya heyî ya li Sûriyeyê her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, amadekariyên ji bo yekkirina aliyên kurdî û li darxistina kongreyeke niştîmanî ya kurdistanî ji bo çareserkirina pirisgirêka kurd tê kirin.
Di vê çarçoveyê de di 23yê adarê de bi armanca yekkirina nêrînên jinan û xurtkirina hevgirtina wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha weke berdewamkirina xebatên her du konferansên neteweyî yên jinên kurd bi dirûşma” Bi pêşengtiya Jinên Kurd Yekîtiya Neteweyî ya Kurd Misoger dibe” Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava hat lidarxistin. Jinên Rojava bi lidarxistina vê konferansê re careke din tovên ber bi jiyaneke azad, pirreng û demokrat ve ku tê de alaya doza kurdî her li ba be, li ser xaka Sûriyeyê reşandin.
Desthilata nû ya Şamê ku xwe li ser Sûriyeyê ferz dike, ji bo derbkirina destkeftiyên jinan ên 13 salan û jinûve bindestkirina jinan, beşdariya jinan a di nava karûbarên welat de nas nake, wê dûrî girtina biryarê dixe. Herwiha yek reng, yek ol û yek zimaniyê di nav xwe de dihewîne û rê li ber pirrengiya çandî, zimanî, bawerî û netewbûna li Sûriyeyê digire. Anku bi her awayî jinan bêrol dike û li ser vê yekê jinan di konferansê de tekez kirin ku avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirrengî hem armanca sereke ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye, hem jî garantîkirina mafên jinan e. Konferansê projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk, azadiya jin û ekolojiyê birêxistin dike û di her gavê de parastina mafên pêkhateyan bingeh digire, ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûriyeyê modela herî guncav dît.
Ji bo ku kiryar û polîtîkeyên înkar û çewsandinê yên ku rejîma berê li ser gelê Sûriyeyê bi taybet jinan dida neşandin dubare nebin û dawî li êş û azarên jinên Sûriyeyê were, jinan di konfransê de reşnivîsa Sûriyeyê ya nû red kirin û daxwaz ji Hikûmeta Şamê ya Demkî kirin ku li gorî prensîbên biryara navneteweyî ya 2254ê bimeşe û jin di pêvajoya diyalog û rolan de ne kêmî ji sedî 50 bin, herwiha bendên ji bo mafên jin di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine bicihkirin, ji bo destûra nû ya Sûriyeyê jî esas bên girtin.
Ji ber ku jinan di dirêjahiya Şoreşa Rojava û Sûriyeyê de berdêlên pir giranbuha dan û ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî, demokratîk û pirreng têkoşîna xwe didomînin.
Ev têkoşîn û serkeftina jinên kurd li Rojava pêlên xwe derbasî paytextên din ên Sûriyeyê kiriye. Di roja îro de jinên li Siwêda, Berav û Şamê hewl didin bi jinên Rojava re têkiliyê deynin da ku ji tecrûbeyên wan ên rêxistinî û siyasî sûdê wergirin. Çawa ku jinan bi şoreşa Rojava re bi reng, ol, nasname û zimanê xwe beşdarî qadên jiyanê bûn, biryar girtin û bûn berpirsyarên birêxistinkirina civakê, îro careke din xwe di ber avakirina Sûriyeya nû de berpirsyar dibînin. Ji lew re jinan di konferansê de tekez kirin ku avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirrengî hem armanca sereke ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye, hem jî misogerkirina mafên jinan e.
Konferansa ku bi pêşengtiya jinên Rojava hat lidarxistin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên kurd bû bingehek û dê pêşengtiyê ji yektiiya di navbera gelên din de bi taybet partiyên kurd de bike. Dê jin bikaribin roleke sereke di qadên siyasî û civakî de bilîzin herwiha cihê xwe di nivîsandina destûra Sûriyeyê de ku mafên tevahî sûriyeyiyan biparêze de bigirin. Jina kurd ku bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li ser bingeha felsefeya azadiyê axa xwe ji gefên dagirkirinê parastin. Rêxistinbûyîna jinên kurd a li rojavayê Kurdistanê bûye îlhama azadiyê ji tevahî jinên Sûriyeyê re.
Jinên kurd ne tenê di nava Sûriyeyê de lê belê di asta gerdûnî de bûne modela rizgariya jinan, ji bo avakirina polîtîkayên ku karibin mafên jinan di nava civakan bi dest bixin, ji bo bilindkirina asta têkoşîna jinan û xurtkirina rola jin di hemû qadan de, ji bo yekkirina kar û xebatên jin, ji bo pêkanîn û çêkirina nêrîneke siyasî ya hevbeş a hemû kurdên Sûriyeyê, ji bo bicihkirina demokrasî û edaleta civakî, xebatên xwe dikin yek û mezintir dikin. Îro bi pêşengtiya jinên kurd li Rojava têkoşîna bidestxistina mafên jinên tevahî Sûriyeyê tê kirin.
Mirov dikare konferansa neteweyî ya jinên kurd weke xebateke giring û serencama karên şoreşê bi nav bike. Ji ber ku jin rastî îşkence, planên qirkirin û çokdanînê hatin, tu carî serî netewandin û heta ku gihaştin konferansa xwe ya neteweyî li ber xwe dan.
Lidarxistina vê konferansê ji bo tevahî jinên kurd ên li her aliyên Kurdistanê û diasporayê dikare bibe bingehekî xurt û li ser wî esasî sêyemîn konferansa neteweyî ya jinên kurd a li ser asta her aliyên Kurdistanê were lidarxistin ku careke din jinên kurd bi hev re siberoja welatê xwe nîqaş bikin û bi hev re bigihêjin lêvegereke bingehîn.