Dewleta tirk di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi destên JÎTEM’ê dest bi revandina welatiyan kirin. Li gorî daneyan ji salên 1990 heta 2003’yan 17 hezar welatî hatin windakirin. Welatiyên hatin revandin bi awayekî hovane hatin qetilkirin û hîn jî cenazeyê bi hezaran jê nehatiye dîtin. Malbatên windahiyan ji bo dîtina cenazeyên xizmên xwe û kujer bên darizandin bi dehan sal in çalakî li dar dixin. Bi saya van çalakiyan dewlet neçar ma ku dozên JÎTEM’ê veke. Yek ji van dozan Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ye. Doz di 2011’an de ji ber 19 welatiyên li Enqereyê û bajarên derdorê di navbera salên 1993-1996’an de ku li kuçe û kolanan hatibûn kuştin, hat vekirin. Bersûcên dozê Wezirê Karê Hûndir yê demê Mehmet Agar, Serokê Odeya Operasyonên Taybet ê demê Îbrahîm Şahîn, Tevgera Tîmên Taybet ê berê Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Mahmût Yildirim, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Enver Ûlû, Ziya Bandirmalioglû, Ayhan Ozkan, Seyfettîn Lap, Ûgûr Şahîn, Alper Tekdemîr, Yûsûf Yuksel, Abbas Semîh Sûarî, Lokman Kulunk, Nûrettîn Guven û Mûhsîn Korman di danişîna dawî de beraat kirin.
Ji parêzerên dozê Eren Baskin ku bavê wî Mecit Baskin di 1993’an de jî hêla JÎTEM’ê ve hatibû kuştin, biryara beraetê û pêvajoya darizandinê ji rojnameya me re nirxand. Baskin, diyar kir ku Destûra Bingehîn a dewleta tirk, li ser bûyerên dijhiqûqi yên ku li civakî tên kirin û desteserkirina mafê jiyanê hatiye avakirin wiha got: “Bi gotineke din, eger kuştinên wan siyasî bin, nîqaşa ‘berdewamiya dewletê esas e’ dertê holê. Tansu Çiller di salên 90’î de dema ku kuştinên kiryar nediyar zêde bûn, serokwezîra dewletê bû. Çîller li ser mijara kesên ku li kuçe û kolanan de dihatin kuştin de gotina “Yê ku ji bo dewletê guleyan direşîne û dixwe jî ji me ne’ rûyê dewletê aşkere kiribû.”
Kujer tên beraatkirin
Baskin, got ku dozên ku endamên JÎTEM’ê jê tên darizandin yek bi yek bi beraatê encam dibe û wiha axivî: “Ji ber vê yekê normal e ku bavê dewletê bavên zarokan bikuje. Meriv dikare wekî asayî û destûrdar bixwîne. Ji berê heta niha ev raman her tim rastî heman çarenûsê hatine, bi kêmanî kesên ku li ber qanûnê bi heman ramanê desthilatdar bûn biryara beratê didan kujaran. Di sala 2011’an de di bin norma rûbirûbûna civakî de gelek doz ji refên toz hatin derxistin û hejmara rêza wan hat girtin. Doza Musa Anter, Doza JÎTEM’ê, Doza Dargeçît, Doza Komkujiya Licê û hwd. hemû bi beraatê bi encam bûn.”
‘Heviyek me hebû’
Di berdewamiya axaftina xwe de Baskin, anî ziman ku di destpêkê de ji bo kujer bên darizandin hêviyeke wan hebû û domand: “Di destpêkê de hêviyek me hebû ku berpirsyar bên darizandin û cezakirin. Lê şûna ku dewlet bi rûreşiya xwe re rû bi rû bimîne, em careke din bûn şahidê rûreşiya dewletê. Hemû dozên kujerên wan nediyar, yek bi yek bi biryarên beraetê kirinê bi encam dibin. Bi rastî jî hewl dan vê yekê rewa bikin û di rêya xwe de li gor xwe bi ser ketin. Ev beraetkirin dide xuyakirin ku pergala edaleta dewleta Tirkiyeyê çiqasî seqet e. Ku kujer dewlet be, kujeran diparêze û hiqûqê dikuje da ku neyên cezakirin. Em dikarin vê yekê wekî hiqûqa serdestan pênase bikin.”
Di hiş û dilê civakê de mahkûm in
Baskin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Min di temenekî piçûk de li dijî vê pergalê dest bi têkoşînê kir. Min û malbata xwe re li her qadê li dijî van kujeran helwesteke rast nîşan da. Di doza ku di sala 2011’an de hat vekirin de 12 sal me li rûyê kujeran ji wan re got ku ew kujer in û em ê vê yekê bidomînin. Careke din jî dibêjim ew kujer in. Her çend ew bifikirin ku ew kujeran rewa dikin jî, civakê wan di hiş û dilê xwe de mehkûm kiriye. Em ê jî li her qadê têkoşîna xwe ya edaketê bidomînin.”