21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi nifşê Z re rewşa zimanê kurdî

Bi cîhana globalbûnê re, bi taybetî ingîlîzî bûye zimanê serdest ê amûrên ragihandinê. Zimanê me di vî warî de bi paş de maye. Ji ber ku li gorî nifşê Z yê tu alav û amûr bi kurdî nîn e

​Nifşên nû li gor civaknasan, bi dabeşkirina wekî X, Y, Z, nêrîna xwe tînim ziman ku ev dabeşkirin bi rastî li gorî înteraktîfbûna amûrên ragihandinê hatine çêkirin, dertê pêşiya mirov. Ji ber ku nifşê dîjîtal, bi navê nifşê Z yê tê nasîn û dest pê dike ku înternet, kompîtûr û telefonên destan wekî kanalên ragihandinê tê tercîh kirin. Bi cîhana globalbûnê re, bi taybetî ingilîzî bûye zimanê serdest ê amûrên ragihandinê. Welatên ku bi zimanê xwe ku ji hêla nifşa dîjîtal ve bikar tînin, bi wergeran dertê ku ferhenga wan têrê neke, rast e rast navên biyanî di nava ferhenga xwe de bicih dikin; zimanekî çêker diafirînin, mîna zimanê tirkî.

​Îro zimanê me di vî warî de pir bi paş de maye. Ji ber ku li gorî nifşê Z yê tu alav û amûr bi kurdî nîn e. An wê bi Îngîlîzî an jî li gorî zimanê kolonyal ku zimanê alav û amûran e tê tercih kirin. Li gel vê ji bo zimanekî li ber pişaftinê li ber xwe dide, ji xeynî ingîlîzî an jî zimanê çêkerî ya nifşê Z yê ku di hîşmendiya mirov de cih dibe, wekî qalibekî tê de rûniştandine, nikare tu zimanekî din bikar bîne. Digel vê azweriya bilez û înteraktîf ya nifşê Z yê, ku zimanê kurdî neçar dimîne, di warê din yên jiyanê û rojane de bi lez û bez ber bi helandinê ve diçe.

​Hevokên ku her roj, her kêlî bi zimanê dîgîtal, li gor zimanê rojane tê bikaranîn, bi her awayê xwe wek hewcedarî çawa dertê pêşiya mirov, wiha xwe dide qebûl kirin jî. Ketiye rewşek ku mirov bi bikaranînê re xwe hêsantir hîs bike. Dengdêr ji nav peyvên nivîskî tê derxistin, di zimanê axaftinê de bi peyvên çêker û sade tê kurtkirin û di hişmendiya mirov de dibe rengdêr. Bi îfadeyên ji xalbendan pêk tê, hewl tê dayîn ku wek rewşek normal be, tê qebûlkirin.

​Mixabin ziman li hember vê sosretê nikare bikeve nava cewhera parastinê. Ji bilî zimanê teknolojiyê ku serdest e û dertê pêş, her wiha veguheztina zimanê axaftinê û nivîsandinê, di nava nifşê Z yê de her ku diçe berbelav dibe. Kesên ku dikarin hevokên rast çêbikin jî, di nava hindikahiyê de dimînin û diperçiqin.

Nivîsên bi zimanê cûda li ser medyaya digital, forum û malperên tora civakî hatine bicih kirin, bi vê sedemê re zimanê zikmakî li hember wan nayê bi cih kirin. An jî kêm dimîne û li hember bisaftinê nikare li ber xwe bide. Çend malper û medyayên digital ku bi kurdî dertê pêşberî mirov têrî nake. Her wiha, kodên bikaranînê tev bi zimanê kolonyal e, hew naveroka ku tê parvekirin tenê bi zimanê zikmakî dimîne. Ev jî malxerabiya ziman e ku kêmketî ma ye.

Amûrên ragihandinê û vebijarkên nifşê Z yê

Di cîhana civaknasiyê de nifş têgîn e ku ji bo danasîna demên diyarkirî tê bikaranîn. Bi gelemperî ciwanên piştî salên 1995an hatine dinê, serdemek ku teknolojî bi lez û bez pêş ve diçe, mezin dibin û wek nifşê Z yê tê pênasekirin. Di heman demê de ji vî nifşî re Generation Z jî tê gotin. Ev nifş yek ji wan nifşan e ku bandorên rasterast ên van pêşkeftinên teknolojîk bi her awayî di xwe de didin hîs kirin. Taybetmendiyên vî nifşî, zû bi zû adaptasyonî teknolojiyên dîjîtal dibin. Bikaranînek e berfireh a înternetê ku ji kompîtûr û telefonên destan pêk tê; di bin bandora bikaranîna platformên medyaya civakî û danûstendinên serhêl de dimînin. Bi şêwazên ragihandinê û bikaranînên bilez re civak jî wiha dikeve bin bandora guherînên berbiçav. Di vê mijarê de, rol û bandora teknolojiyê li ser alav û amûrên ragihandinê û bikaranîna zimanê nifşê Z yê ku di bin bandora zimanê dîgîtal ê çêkirî de dimîne, zimanê zikmakî pêş nakeve û neçar dimîne ku vî nifşî ji nifşê berê vediqetîne.

​Ev nifş bi gelemperî ragihandinê li ser platformên medya civakî peyamên nivîskî tercîh dikin. Pirtûk xendinê dikûjin. Li şûna dan û stendinên civakî ku dîwan, qada şêwrê û yên din, telefonê tercih dikin. Kevneşopiya heyî tavilê dikûjin û li dewsa wê tavilê WhatsApp, Telegram û Messenger û hwd. diguherin. Platformên parvekirinên dîtbar yên wek Youtube, Instagram û TikTok lu amûrên girîng in, şêwaza ragihandinê ya nifşê Z yê dide avakirin. Bi her awayî ragihandinê çiqasî hêsantir bike jî, cîhana heyî bi xwe re dikûje.

Şêweya ragihandinê ya nifşê Z yê bûye sedema guhertinên di taybetmendiyên avahî û bikaranîna zimên de xwe bide der. Weke mînak zêdebûna bikaranîna kurtenivîsan û emojiyan di zimanê nivîskî de bûye sedem ku ragihandin bileztir û hestiyartir bibe. Wekî din, bikaranîna tevliheviya zimanê serdest ku bi wan kodên veguheztinê tê zanîn, di pratîkên ziman ên nifşê Z yê de pir caran zimanê zikmakî bi van tê şêlo kirin.

​Di warê danûstandinê de şiwana nifşê Z yê li ser asta gerdûnî ku xwe pênase dike û adapte bûye, di cîhana pirçandî de wiha dibe sedemê xwe xapandinê.

​Medya dîjîtal û pêşveçûna ziman

​Platformên medyaya dîjîtal di bikaranîna zimanê nifşê Z yê de rolek diyarker dilîze. Li ser platformên bi sînorên karakteran, wek Twitter, Façebook, Tv ku Netfılix, Amazon Prime, Aple Tv û her wekî din bandorên ku dibin sedema cûdabûna zimanî, ji ber ku zimanê kurdî di nava van zimanan de cih nagire; wekî kurtkirina peyaman û berhevkirina wateyê têne dîtin, bikaranîna sadebûna ziman têk dibe û zimanê kolonyal an jî biyanî tê tercih kirin. Wekî din, namûneyên li ser malper û foruman yên mîna YouTube jî bandorê li pratîka bikaranîna ziman ya nifşê Z yê dike. Axaftin wenda dibe û hewldanên wîdeoyan bi zimanê emojîk ku tê bikaranîn, dibe sedem ku ji pîvanên zimanê axaftinê dûr bikeve.

​Di vê mijarê de lêkolîna li ser alav û amûrên ragihandinê û bikaranîna zimanê nifşê Z yê, bandora pejirandina şêwaza ragihandinê ya ku bi teknolojiyê re bûye yek, li ser pêşketina ziman divê li ser bê sekinandin. Demildest zimanê medyaya civakî, her awayî bikaranîna kodên di telefonên destan û amûrên sehêl yên din ji bo bibe zimanê zikmakî, ku xwe li hember vê pisaftinê karibe biparêze, çi dest bê gereke bê kirin.

​Bêrî ku ziman di nava pençê paşerojê de winda bibe, bi pêşveçûna vê teknolojî û amûrên ragihandinê zimanê zikmakî bê adaptekirin, dibe ku bandora nifşê Z yê di warê ziman de hîn bêtir zelal û aşkere bibe. Bi vî awayî, li dîroka xwe paş ve vegere û di pêşerojê de, li nav cîhana global ber bi zimanê xwe ve biherike.