Em bi ayetekê dest pê bikin. Xwedê gotiye: “Gelî Mirovan me hûn ji Dayik û bavekî afirandine, mêr û jin, xwişk û birayê hevdû ne, me reng, dirûv û ziman daye we, heke hûn ziman û rengên hevdû înkar bikin, hûn hebûna xwedê înkar dikin.” Ev Di peyman û danezana mafên mirovan de jî heye. Dîsa xwedê wiha gotiye: “Me hûn wekî milet, qewm û netew afirandine. Mînak kurd, ereb ermen û hemû milet û zimanan. “Gelî insanan me ji we re Ol, Rêber, Pêxember û Pirtûkan şandiye. Me her Pêxember bi zimanê qewmên wan şandiye. Di Ol û baweriyan de, zor û zehmetî nîn e.
Em dema daxwaz û diayên xwe dikin bi xwedê re bi kurdî diaxivin. Lê ji me re dibêjin zimanê kurdî nayê zanîn û ev ziman û gel nîn e? Em bang li hemû Mirovatiyê, kesên dibêjin em bawermend û demokrat in dikin. Hinek di Saraya 1500 odeyan de ne, lê hicreya girtiyên ku di bin zor û zahmetiyan de lê dimînin gelo çend Metreye?
Xwedê dibêje ku her miletek bi ziman û rengê xwe dibê bijî. Di rojhilata Navîn de Miletek bi navê kurd û Kurdistanê heye. Di jiyana bawerî û şaristaniyê de xwedan çand û huner e. Ji Newrozan heya Silhedînê Eyubî xwedan dîrok û medresyan ne. Mizgevt, Sînegok, Dêr, Laleş û Cem, di axa Kurdistanê de xwedî kirine. Lê rêvebiriya ola îslamê piştî ku Hz. Elî û malbata wî Şehid dikin, Yezid ê lawê Muawiye dibe Xelife. Li Şamê serê Hz. Huseyîn lawê Hz. Elî jê dikin. Ehlê beyt ( Malbata Hz. Mihemed, Hz. Elî û Alîgirên ehlê beyt Têk diçin. Cereke din desthilatdarî dikeve destên Emewiyan. Ola îslamê dibe Saray, jin dibin Cariye û hemû dijberan di kêra komkujiyê re derbas dikin. Ola îslamê dibe Şeyxul îslam, Diyanet û lîstoka padîşaha. Fetwaya kuştina bira û malbatan ji Sarayan dane wekî îro?
Piştî van sosretan bi tenê miletê kurd û axa Kurdistanê mabû bi navê biratiyê Alayên Hemîdiyan avakirin, hemû cîran û kirivên Ermen tunekirin. Paşê kurdên baweriya wan cuda ezdî, Elewî baweriyên cuda kuştin û berî hev dan. Bi tenê kurd man, paşê vegeriyan Bedirxanî û Qazî Mihemedan, Sêx Seîd, Seyîd Rizayan. Piştî şoreşgerê kurd û zarokên wan rabûn, ola wan çi dibe bila bibe serî rakirin. Fermanan ji Emewî, Osmanî û heya komara tirk bi awayekî tund dest pê kir. Bi fermana sarayê çeteyên DAIŞ, EL Nusra hemû rabûn. Bi navê ola Baas û xilafetê, bi hezaran dayik, jin û zarokên kurdan, bi navê cariyeyê li sûkan kirîn û firotin. Axa Kurdistanê dagirkirin, hemû Şaredar girtin. Kêl û tirbên cangoriyên kurdan rûxandin. Hestiyên zarokên kurdan ji axê deranîn. Kesên di zîndanan de tecrîd û qetilkirin. Melayên kurdan bi zimanê xwe mewlûd xwendin ev yek bû sebeba zîndanankirinê. Malbatên kurd bi tevî jin, ciwan û zarokên xwe yên di saziyan de kar dikirin gule berî serê wan dan.
Ka em xwîşk û bira bûn? Zimanê xwedê dabû me, qedexe kirin. Bi sedan Siyasetmedar avêtin zindanan. Cenazeyê Dayika Aysel Tugluk ji tirbê deranîn. Li Surê mizgevt hilweşandin. Parêzer Tahîr Elçî li ber çavê cîhanê Şehîd kirin. Ger ku mizgevta Mescitil aksa li Amedê ba gelo wê bombe Kiribana. Lewre çi cudahiya mizgevta Amedê û ya li Filistînê heye? Cudahî ev e ew ereb in, em kurd in, lê çi dikin bila bikin, serkeftin a zarokên Hz. Îbrahîm ê Rihayê dê li hemberî Nemrûd bi ser bikevin. Ev yek di hemû pirtûk, olan de hatiye îspatkirin.