Di salên 1980 û 88’an de di navbera Îran û Iraqê de li ser xaka Kurdistanê şer derketibû. Di vî şerî de yên ku herî zêde zirar dîtin gelê kurd bû. Seddam ji bo di şer de bi ser bikeve li bajarê Helebçeyê bi 8 balafiran bombeyên kîmyewî barandin.
Di vê bombebaranê de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 10 hezarî zêdetir kesan jî birîndar bûn. Piştî bombebaranê hem xwezaya herêmê hem jî tenduristiya gelê wir xera bû. Bi hezaran kes bêmalbat man. Em yek ji zarokên ku ji komkujiya Helebçeyê xilas bûye bi Umêd Heme Elî (Umêd Jiyanewe) ku niha endamê Bîrdariya Helebçeyê ye re axivîn.
Umêd Heme Elî yê ku wê demê zarok bû di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di dema bûyerê de wan xwe veşartiye û ev tişt anî ziman: “ Wê demê temenê min 14 salî bû, ez ligel xwişk û birayên xwe bûm. Me xwe li jêrzemînan veşartibû. Piştre me hewl da ku derkevin derve ji Helebçeyê dûr bikevin da ku em ji bin bandora bombeyên kîmyewî derkevin. Mixabin me nikaribû ji Helebçeyê derbikevin. Li nava Helebçeyê bi giranî birîndar bûm. 2 rojan ez ligel xwişk, bira, dayik û bavê xwe yên şehîd ketibûn, bi halê xwe yê birîndar mam.”
‘Armanc tunekirina kurdan bû’
Heme Elî da zanîn ku tîmên tenduristiyê wî rakirine nexweşxaneyê û wiha got: “Tîmên tenduristiyê yên Îranê hatibûn her wiha balafir jî hatibûn Helebçeyê û ez bi balafirê birim nexweşxaneyên Îranê. Demeke dirêj li wir di nexweşxaneyê de mam. Wisa zanîbûn ku ez jî şehîd bûme, ligel gelek şehîdên din hatibûn kefenkirin û şandibûn goristanê. Lê li wir berî bispêrin axê, hatim ser hişê xwe. Piştre ji wir min dubare birin nexweşxaneyê.”
Elî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya tedawiya xwe û wiha pê de çû: “Piştî şeş mehên tedawiyê min karî hinek ronahî bibînim. Bi min re diaxivîn, pirsan dikirin. Pirsa ji bo çi Helebçeyê bombebaran kirin, dikirin. Min jî ji wan re digot armanca Iraqê ew bû ku kurdan tune bike.”
‘Dagirker tên xaka me dagir dikin’
Elî got ku em kurd bi hezaran sal in ku li ser vê xakê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku em bi hezaran sal in li Kurdistanê dijîn jî mixabin dagirker û zordar tên û xaka me dagir dikin. Jin, zarok, kal û ciwanên kurd qetil dikin. Em gelek aştîxwaz in. Em jî dixwazin weke her gelê cîhanê di nava aştiyê de bijîn, xwedî welat bin. Ev daxwazeke rewa ya gelê kurd e. Me tu sûcek nîne ku heta dîktator tên, kîmya û bombe li ser me dibarînin. Koçber dikin, dewlemendiyên sererd û binerd ên me talan dikin. Em hêvî dikin ku li tu devereke din a cîhanê karesateke mîna Helebçe pêk neyê.”
Elî da zanîn ku bûyerên wek bombebaranê gelek caran hatine jiyîn û ev agahî da: “Ez tiştekî ji bo we bibêjim, temenê min yek sal bû; li ber sînga dayika xwe bûm. Roja 26’ê nîsana 1974’an rejîma Iraqê ya wê demê bombe li Helebçeyê barand, yek ji wan bombeyan li ber mala me ket. Hê di temenê yek saliya xwe de dayik û xwişka min şehîd bûn. Bavê min, em mezin kirin. Bavê min sala 1980’ê dubare zewicî, du bira û xwişkên min çêbûn. Mixabin roja 16’ê Adara 1988’an ew jî şehîd bûn, tenê ez li goristana Îranê hatim ser hişê xwe û niha li Bîrdariya Helebçeyê kar dikim. Li vir heta temenê min têr bike ez ê xizmeta gelê xwe bikim û vê karesata li Helebçeyê pêk hatiye bêwestan ji bo hemû cîhanê ragihînim.”
5 hezar kes hatin qetilkirin
Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mijara dosyaya Helebçeyê dozeke navneteweyî ye û gelek mezin e. Li Helebçeyê di nava çend saetan de 5 hezar kes hatin şehîdkirin, 10 hezar jî birîndar bûn. Xwezaya bajarekî bi temamî hat wêrankirin, xweza tune bû. Vê komkujiyê rastiya kurdan li cîhanê ber bi çav kir. Her çendî komkujiya Helebçe li cîhanê deng veda be jî li gorî pêwîstiya wê xebat li ser nehatiye kirin. Daxwaz ji rojnamevan, dilsozên welat û hemû gelê kurd ên li ku dibin bila bibin, li ser doza Helebçeyê bêdeng nemînin, heta ku karesata Helebçeyê li hemû cîhanê weke jenosîd tê nasîn. Ligel vê naskirinê jî bila sûcdar jî bên cezakirin û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tezmînat ji bo qurbaniyan bê dayîn.”