12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi meşaleyan komkujiya Qada Stasyonê şermezar kirin

Komek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî bi boneya kesên di sala 2015’an de di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de hatin qetilkirin bibîn bîne meşa meşaleyî pêk anîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê di 5’ê hezîrana 2015’an de bi beşdariya sed hezaran li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga “Mirovahiya Mezin” li dar xistibû. DAÎŞ’iyan di mitîngê de bombe teqandibû û 5 kes qetil kiribûn. Bi sedan kes jî birîndar kiribûn. Koma ku ji siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî pêk dihat, di 9’emîn salvegera komkujiyê de qurbanî bibîn anîn. Meş bi pêşengiya DEM Partiyê pêk hat. Girseya li ber Deriyêçiyê hatin ba hev, bi meşaleyan hate Qada Stasyonê ya Amedê cihê ku komkujî lêpêkhat meşiyan. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Amed, Pirsûs û Enqere kujeran ji bîr neke”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me” berz kirin.

Komê di meşê de desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî hat protestokirin û dirûşmeyên “Ya me ya me ye, şaredarî ya me ye” berzkirin.