Dewleta tirk di şerê li dijî gelê kurd de herdem serî li rê û rêbazên qirêj da. Li gor her bajarekî Kurdistanê polîtîkayeke taybet meşandin û bi van polîtîkayên kirêt, hewl dan ku encamê bigirin. Di salên 90’î de bi serkêşiya Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar bi destê JÎTEM’ê li herêmê gelek sûç pêk hatin. Polîtîkaya dewletê ya wê demê bi hemû girîngiya xwe îro bi rêbazên cûda ji aliyê Recep Tayyip Erdogan, Suleyman Soylu û Hakan Fîdan ve di meriyetê de ye.
Vê carê konsepta şer di odeyên tarî yên MÎT’ê de hatiye amadekirin. Li seranserî Kurdistanê bi rêbazê şerê taybet û psîkolojîk hewl tê dayîn ku gelê kurd ji reseniya wê dur bê xistin. Ji bo vê jî li ser ziman, çand û dîroka Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistin dewrê.
Talana li seranserî Kurdistanê bi vê polîtîkaya qirêj ve girêdayî ye. Li bakurê Kurdistanê bi HES û kanên kevir û komêrê xweza hat talankirin. Ji Dêrsimê heya Şirnexê daristan yan hatin şewitandin yan jî hatin birîn. Bi destê qayûman deverên dîrokî pêşkeşî alîgirên rejîma faşîst hatin kirin û ev cih hatin talankirin. Li başûrê Kurdistanê jî dewleta dagirker vê carê bi hevkariya PDK’ê li ser kar bû. Heman polîtîkaya qirker û talanê li vî parçeyê Kurdistanê jî hat meşandin. Başûr bû yek ji navenda herî girîng ya MÎT’a tirk. Bi hevkariya MÎT’ê û Parastin a PDK’ê li dijî şoreşgerên kurd li vî parçeyê Kurdistanê êrîşên sûîkastê pêk hatin. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi destê komên çete dewleta tirk li ber çavê cîhanê nirxên mirovahiyê binpê kir û rojane sûç pêk anî. Ev sûcên dewleta tirk ji aliyê hemû kesî ve tên zanîn, lê nayên bilêv kirin.
Di van salên dawî de daîreya şerê taybet ya dewleta tirk li bakurê Kurdistanê bi destê çeteyên wek Çawîşê Pispor (Uzman Çavuş) hatine pênasekirin polîtîkayên cuda xistin dewrê. Di van salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê van çeteyan şebekeyên fihûş, tiryak û qaçaxcitiya mirovan hat bi pêşxistin. Gelek ciwanên ku bûne qurbana van sûcên qirêj an dawî li jiyana xwe anîn an jî bûn maxdûr. Tevî sûcên hatine teyîdkirin jî dozgeriya tirk ev kes parastin.
Niha MÎT’a tirk li hin bajarên bakurê Kurdistanê bi konseptek cuda tevdigere. Divê em bizanibin ku beriya ev polîtîka têkevin pratîkê Erdogan ji bo herêma Botanê gotibû; ji bo wir planên me yên A û B hene. Piştî vê gotina şefê rejîma faşîst, ligel êrîşên qirkirina fizîkî, êrîşeke bêeman li hemberî civak, nasname, ziman, çand, heta qadên dîrokî hate bi rêve birin.
Rejîma faşîst li bajarên Serhedê jî bi rêya hin komeleyan dixwaze di nava civakê de dubendiyê çêbike. Di van 5 salên dawîn de li Wanê bi rêya vekirina komeleyên sexte yên di bin navê komeleyên eşîran de tevneke qirêj ya sîxurtiyê dihune.
Bi rêya van komeleyan li aliyekî dixwaze xwe li herêmê birêxistin bike û di hilbijartinan de encameke baş bi dest bixe, ji aliyê din ve bi eşîran hewl dide tevna xwe ya sîxurtiyê xurt bike. Ji bo vê xebatê, despêkê hin peyayên dewletê li ser navê eşîra Brûkî komele danîn. Ev komele rastî berteka giştî ya eşîra Brûkî hat û hat gotin ew kes eşîra wan temsîl nakin. Lê ji bo ev projeya qirêj bikeve meriyetê ne girîng e ku tevahiya eşîrê tevlê bibe. Çend kes jî ji eşîrê tev li vê tevna qirêj bibin jî têra wan dike. Lewma tevî nerazîbûnan jî nesekînin. Wekî gava duyem pêvajoya ‘Federasyona Eşîrên Qedîm’ ev projeya qirêj hat domandin.
Niha jî bi navê Pinaşî û Mukurî ku li Wanê bandora wan kêm e, komele hatin avakirin. Komeleyên ku hejmara wan her roj zêde dibe ji aliyê waliyê dagirker ê Wanê ve têne vekirin. Qenala propagandaya reş ya dewleta tirk TRT 6 jî van merasîman bi rengekî zindî diweşîne. Ajansa dewletê AA jî bi sernavê “Cejna Eşîran” nûçeyan serwîs dike.
Piraniya van kesên ku îdîa dikin ku nûnerên eşîra ne, cerdevan in. Dewleta dagirker ji bo vê tevna qirêj li herêmê berfireh bike, bi hevkariya cerdevan û sîxuran dest diavêjin gelek kesan. Eşîrên ku di bin navê komeleyê de serî ji dewletê re tewandine bi rêya îhaleyan fon û rantên mezin bi dest dixin. Bi rêya van kesan dewleta dagirker li herêmê tevna fihûş, tiryak, qaçaxcitî û çetebûyînê ava dike. Bi van kiryarên qirêj civakê ji resenbûna wê durdixe û pêşiyê li rizandinê vedike.