8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kiryarên salên 90’î ew revandin

Sînemager Sûphî Orhan di 30’ê hezîranê de piştî ku hevalekê cem xwe datîne balafirgeha Îzmîrê û vedigere ji aliyê çend kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê didin nasîn ve hatibû revandin. Van kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê dabûn nasîn, heta derengê şevê Sûphî Orhan hin goristanan digerînin û zext û îşkenceyê lê dikin. Di heman şevê  de saet 00:51’an de Orhan, li xaçeraya Akçakoyê ya girêdayiyê navçeya Menderesê hatibû berdan.

Sûphî Orhan di derbarê revandina xwe de tiştên ku hatine serê wî ji Ajansa Mezopamyayê re parve kir.

Heqaret û îşkenceya fizîkî lê hatiye kirin

Orhan, di derbarê roja ku hatiye revandin de ev tişt anî ziman: “Di roja 30’ê hezîranê saet di 08:30’an de min hevalekê xwe danîbû li balafirgehê. Piştre ez çûm li garaja bajêr û di bin siya darekê de rûniştim. 3 kesên nasnameya wan ne diyar  hatin cem min û xwe wekî polîsan dan nasîn. Nasnameya min xwestin û gotin ku ew polîs in. Piştî kontrola nasnameyê ez bi zorê xistim wesayîtê de û îşkence û zext li min kirin. Min ji wan re got ev tişta ku hûn dikin li dijî hiqûqê ye. Bi pirsên ‘Tu çima hatî li vir? Tu yê tiştên ku dizanî ji me re bibêjî û tu yê vî bajarî biterikînî’ gef li min xwarin. Bi van pirsan re hem heqaret hem jî îşkenceya fizîkî li min dikirin. Piştre ez birim goristanekê û li vir jî heman tişt anîn serê min. Gef li min dixwarin û sîxurtî li min ferz kirin. Lê min ji wan re got ev tişta ku hûn dikin ne rast e û li dijî hiqûqê ye.”

Orhan, diyar kir ku heta saetên êvarî ev îşkenceya wan berdewam kir û wiha got: “Min ji wan re got, ‘di derbarê min de heke hebe biryara binçavkirinê ev dê bi awayekî fermî pêk were. Bi vî şiklî hûn min wekî sucdar îlan dikin û hûn dixwazin ez vî sucê ku hûn ji ber xwe derdixînin  jî qebûl bikim.’ Piştre teklîfa pera li min kirin. Dema ku min ev teklîf qebûl nekir cilê min ji ber min kirin û ez avêtim erdê, careke din îşkence li min kirin. Ez birim çend goristanên din û gefê xwe didomandin. Heta saet 19:00’an bi awayî ev tişt anîn serê min.”

‘Divê bertekên civakî bên dayîn’

Orhan bi lêv kir ku piştî ewqas îşkence û zext ew birine cihekî ku nedizaniya û wiha berdewam kir: “ Di demek şûnde ez birim cihekî ku min nedizaniya, ez tazî kirim û 3 wêneyên min kişandin. Piştî ev tişt kirin gef li min xwarin û gotin di nava 3 rojan de vî bajarî biterikîne. Piştî van gotinan ez ji wesayîtê derxistim û çûn. Saet 00:55 bû. Ji ber ku îşkence li min kiribûn min nedikarî ez bimeşim. Cihê ku ez lê bûm min nas nedikir û heta saet di 03:00’an de ez meşiyam û min rawestgeha teqsiyan dît. Bi vî awayî min agahî da malbata xwe û min xwe gihand parezerên xwe.”

Orhan da zanîn ku dê li dijî vê îşkenceyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bide û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “ Yên ku di salên 90’î de ev îşkence dikirin ji neçariya xwe dikirin. Lewre dizanîna ku kes ji van kiryaran natirsin. Îro jî bi heman rêbazî heman tiştê dikin û dîsa ji neçariya xwe dikin. Ev tişta ku li min kirîn ne şexsî ye. Bûyereke civakî ye. Ev îro bi serê min de hat û dê rojek din bi serê yekê din de bînin. Divê li dijî van kiryaran bertekên civakî bên dayîn. Divê raya giştî di derbarê van mijaran de bertekên hewce nîşan bide ku ji bo revandinên bi vî şiklî çênebin.”