13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kêmbûna ava Gola Wanê re qirêjî derket holê

Bi hişkesalî û germbûna kurewî re li Gola Wanê li hin cihan nêzî 2 kîlomteroyan av kêm bû, yanî av vekişiya. Piştî vê kêmbûna avê qirêjiya di golê de jî derket ser rûyê erdê. Van lodên çopê ku derketin holê di heman demê de tenduristiya mirovan jî dixe talûkeyê. Heta niha saziyên rayedar wê çopê ango qirêjiyê paqij nekirine û bêhna pîs jê belav dibe.

Çop nayê paqijkirin

Ava 12 newalan diherike golê. Ji ber ev rûbar ango newal nayên paqijkirin, her tim qirêjî pê re diçe nava golê. Gelek tiştên kêrnehatî, wek lastîkên wesayîtan, şûşeyên plastîk û cam, poşet, naylon, paçik li ser van sergoyan hene. Heta niha ne Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ne jî Şaredariya Navçeya Tuşbayê ya AKP’yî vê çopê paqij nekirine.