Zindana Amedê di tîrmeha 1980’î de ket meriyetê. Di 2022’an de hat valakirin. 42 salan ji bo girtiyên siyasî bû qada îşkence û cezakirinê. Di heman demê de bû qada berxwedanê.
Di pêvajoya darbeyê de Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) 230 hezar kes darizandin. Li 7 hezar kesan cezayê darvekirinê birî. 50 kes darve kirin. Bi îşkenceyên li zindan û navendên binçavkirinan 300 kes bi awayekî biguman hatin kuştin. 171 kes jî bi îşkenceyê hatin kuştin.
Yek ji wan zindanan Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê bû. Zindana Amedê kirin navenda îşkenceyê. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê kete lîsteya ‘10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê’. Wezîrê Çand û Tûrîzmê zindan vala kir û dest bi xebatên Muzeya Etnografyayê kir. Çend heftene xebatên xerakirinê didomin û li wir şopa îşkence û hovîtiyê jê dibin. Dixwazin li ser bîrê bîreke din ava bikin. Şahidên îşkenceya li Zindana Amedê diyar dikin ku dema zindana Amedê tê gotin kiryarên li dijî mirovahiyê, îşkence, hovîtiya herî giran û kuştina mirovan tê hiş û bîra mirov. Li gor daneyên fermî 34 kesan bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkî 70 kes bi îşkenceyê hatin kuştin.
Girtiyên zindana Amedê jî li dijî hovîtiyê bi gotina “Berxwedan jiyan e” li ber xwe dan. Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek û gelek şoreşger li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û serê xwe rakirin.
Komeleya 78’an ji bo ku Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê gelek serlêdan kirin. Piştî 2007’an şandeyek ava kirin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan a Zindana Amedê ava bû. Di nava vê komîsyonê de nêzîkî 50 kesên wek nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen cihê xwe girtin. Şandeyê ji bo ku Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û Bîrê, bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin û lêkolîn kirin. Heta astekê encam girt û daxwazên şandeyê heta astekê hatin qebûlkirin. Di destpêkê de wek zindaneke girtiyan hat binavkirin. Lê piştî hevdîtina şandeyê rayedarên hikûmetê yên wê demê qebûl kirin ku Zindana Amedê bibe mînaka cîhanê ya ku herî zêde îşkenceyên giran lê hatine kirin û herî zêde mirov lê hatine kuştin. Rayedaran qebûl kirin ku ew bîra îşkenceyê bê parastin. Qebûl kirin ku Zindana Amedê ya Hejmara 5’an bibe muzeya bîrê. Vê xebatê heta 2015’an berdewam kir. Lê piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an Zindana Amedê hat jibîrkirin. Piştî wê zêdeyî 100 hezar îmze hatin komkirin da ku Zindana Amedê bibe Muzeya Îşkenceyê. Ev îmze radestî meclisa Enqereyê hatin kirin. Bi hemû partiyên muxalif re jî têkilî hatin danîn. Kesên îmze dabûn, xwestin ku Zindana Amedê bibe Muzeya Mafê Mirovan. Lê piştî darbeya 2016’an ji bo ku Zindana Amedê bibe muze tu gav nehatin avêtin. Di 2023’yan de ji bo xapandinê, zindan kirin muzeya çandê. Di vê projeyê de 5 blokên wê hene. Dê tenê blokekê bikin bîr. Lê dê hemû şopên îşkence û bîrên din jî bên tunekirin. Ji Komeleya 78’an Ganî Alkan ji rojnameya Xwebûnê re axivî.
Di kijan şert û mercên siyasî de zindana Amedê hat avakirin?
Zindana Amedê beriya darbeya 12’ê îlonê di 4’ê tîrmeha 1980’î de xistin meriyetê. Kenan Ewren di axaftineke xwe de digot “Me dê darbe zûtir çêkiribûya. Lê Zindana Amedê û zindanên din ne amade bûn. Ji bo ku amadekariya me tune bû me di 12’ê îlonê de darbe pêk anî.” Armanc dikirin ku di 12’ê adarê de darbeyê pêk bînin; lê di 12’ê îlonê de pêk anîn. 12’ê îlonê dewama 12’ê adarê ye. Xwestin li gorî darbeyê kirasekî bidûrin.
Bi çi armancê Zindana Amedê ava kirin?
Xwestin wekî wargeha komkirinê ava bikin. Hemû kesên rewşenbîr, ronakbîr, pêşeng û hemû kurdên azadixwaz li vê wargehê kom bikin û tune bikin. Dema em hatin girtin û em şandin wir me fam kir ku bi armanca wargeha pişaftin û jiholêrakirinê ava kirine. Ewilî xwestin ku serweriya xwe li ser gel pêk bînin. Piştre xwestin ku li ser zindanan polîtîkaya tunehesibandin û jiholêrakirinê bi pêş bixin. Bi darbeyê re deriyê sînoran vekirî hiştin û xwestin kurd biçin Ewropa û li welatê Ewropayê bên pişaftin. Xwestin ên mayî jî biavêjin zindanan û di zindanan de bikin kole û radest bigirin. Kurdên têkildar û netêkildar tev kom kirin û avêtin zindanan. Kesên ku li nava zeviyên wan şopa pêlavên meqaban hebûn jî avêtin zindanan. Gelek kesên ku ketibûn zindanê nizanîbûn çima ketinê. Desthilatdariyê xwest ku Zindana Amedê bike goreke ji betonê. Îşkencekar Esat Oktay Yildiran ji girtiyên kurd re digot ‘Ez ê wisa li we bikim ku ez derê zindanê vekim jî hûn ji vir neçin. Ez ê we bikim koleyên ku girêdayî xwediyê xwe ne.’
Li zindana Amedê hovîtiyeke çawa bi pêş ket?
Dema mirov digirtin, di destpêkê de digotin “Hûn ê bi tirkî biaxivin û pir biaxivin.” Xwestin girtî xwe tune bihesibînin û bibin koleyê wan ên dilsoz. Ji sala 1980’ê heta 1984’ê li Zindana Amedê pêvajoya hovîtiya herî giran e. Di heman demê de dema berxwedana herî xurt e. Bi îşkenceyê laşê girtiyan peritandin, lê nekariyan tiştekî li mejiyê wan bikin. Mejî xurt bû. Kurdên ku li derve dijminê hev bûn û hev kuştibûn jî piştî ku hatin zindana Amedê û ew îşkence û hovîtiya dewletê dîtin li hev hatin û hev hembêz kirin.
Berxwedanê bandoreke çawa li polîtîkayên wan kir?
Berxwedana zindana Amedê ku bi çalakiya Mezlum Dogan dest pê kir bi agirê çaran û rojiya berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê berdewam kir. Berxwedanê hemû planê rejîma Evren pûç kirin. Esat Oktay digot ‘Sirûda Îstîklalê ji ber bixwînin’. Îşkenceya herî giran li yên ku nedixwendin dikir. Herku cop û kalas li wan dan wan bêtir li ber xwe dan û gav paşve neavêtin. Herku tundî û îşkence bi pêş ket, berxwedan jî bi pêş ket. Berxwedan di sala 1983’yan de bû bendav û teqiya. Her kesê/î xwe di nava berxewdanê de dît. Yên ku ji tirsan gav paşve avêtibûn jî tev li berxwedanê bûn. Li vir yekîtiya neteweyî û enternasyonalîzm bi pêş ket. Hemû destketî encamên berxwedanê bûn. Berxwedanê bi çirûskekê dest pê kir û hêdî hêdî geş bû, mezin bû. Di 1984’an de ji bo ku destketiyên me dîsa ji me bistînin, ji çileya zivistanê heta adarê 3 mehan dîsa îşkenceya herî giran bi pêş xistin. 5 girtiyan bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Necmettîn Buyukkaya, Orhan Keskîn, Cemal Arat bi îşkenceyê hatin kuştin. Lê pergala faşist nikariya yek gavê paşve bide avêtin. Me dît ku ligel îşkenceya giran jî nikaribûn destketiyên ku hatibûn bi destxistin, paşve bigirin. Ji ber ku bedelên giran hatibûn dayîn.
Berxwedana zindanan bandoreke çawa li planên Esat û rejîmê kir?
Digotin “Ev zindan dibistaneke leşkerî ye. Hûn leşker in û divê hûn li gor fermanan tev bigerin.” Li ser hemû girtiyan heman polîtîka û tundî bi pêş xistin. Vê hişt ku hemû girtî bibin yek û berxwedanê xurt bikin. Ruhê têkoşînê yê ku bi pêş ketî plan pûç kir. Kesên çûbûn Ewropayê heliyan. Lê yên îşkence dîtin neheliyan. Pergalê bi kuştin û îşkenceyê encam negirt.
Polîtîkaya hikûmeta AKP’ê li dijî zindana Amedê çi bû?
Tayyip Erdogan di 9’ê tîrmeha 2021’an de dema ku hat Amedê got: “Em ê zindana ku demeke dirêj e navê wê bi zilm, îşkence û kiryarên dijmirovî tê bîranîn di demeke nêzîk de vala bikin. Em ê wekî navenda çandê têxin xizmeta we.” Lê bi kîjan armancê got? Xwest li gor xwe bi encam bike. Li ser politikaya nepejirandin, tunehesibandin û qelandinê nêzîk bû. Zindanek vala kirin, lê bêtir zindan çêkirin. Tîpên F, H, K, S, Y, Z û gelek tîpên din çêkirin. Ji bo hemû derdorên ne ji wan zindan ava kirin. Hemû mirovên demokrat, aştîxwaz û azadîxwaz ji bo xwe muxalif û talûke dîtin. Kesên radestî û nijadperestiyê qebûl nakin wan diavêjin zindanan. Polîtikayên AKP’ê ji yên darbeya 12’ê îlonê xerabtir in. Niha yên tên girtin nediyar e ku dê kengî bên berdan. Êdî zagonên xwe jî binpê dikin.
Çima zindanê dikin muze?
Tayyip Erdogan li Amedê di mitîngê de got “Xwezî zimanê qawîşa 35’an hebûya ku biaxiviya. Ka wê çi bigota.” Îro ne li zindana Amedê li çar milên welêt bombe dibarînin. Xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Qadên jiyanê tune dikin. Dixwazin bi tunekirina xwezayê mirovan tune bikin. Hişmendiya wan nehatiye guhertin. Demokrasî yek alî nabe. Divê her kes biaxive û her reng têde hebe. Heke îro Zindana Amedê dikin muze, ev jî di encama bertekên zêde de ye. Lê vê carê jî zindanê li gor xwe çêdikin. Li aliyekî tiştên Kenan Evren kirine rexne dikin, li aliyê din çend caran ji wî zêdetir xerabiyan dikin. Ev muzeya çêdike muzeya çi ye? Projeya wê çi ye? Nerazîbûna me ji ber deriyê zindanê dest pê dike. Di serî de li ser derî navê “Muzeya bîranîn û Etnografya (Berhemên Îslam-Tirk a Anatoliyayê) nivîsandine. Ev bîranîna kê ye. Bîranîna Esat Oktay e. Çi têkiliya xwe bi Etnografyayê heye. Çi têkiliya xwe bi cil, libas û berhemên Kafkas, Gokturk Anatoliyayê heye. Divê bîra vê heqîqetê li vir bê xuyakirin. Li vir îşkenceya herî giran pêk hatiye. Divê şopa rastiyê li vir hebe. Divê zarok û neviyên me vê rastiya îşkence, tundî û hovîtiyê bibinin; rastiya wê serdemê bizanin. Divê bikin muzeya bîr û mafên mirovan. Hevalên me li vir jiyana xwe ji dest dan. Dê li ser gora wan çawa rengê xwe û çanda xwe bidin pêşandan. Em vê yekê qet qebûl nakin.
Ji bo zindan bibe muze we çi kir?
Komeleya 78’an 2007’an dest bi xebatan kir. Me gelek dosya amade kirin. Me îmze kom kirin. Hemû kesên li vê zindanê îşkence dîtine îmze dan. Me bi 520 kesên li zindana Amedê mane û malbatên wan re hevdîtin kir. Ji bo Kenan Evren bê darizandin me nêzîkî 1600-700 kesan îmze kom kirin û serlêdan kir. Me nêzîkî sed hezar îmzeyan kom kirin. Me dosya da meclisê. Wê demê Cemîl Çîçek serokê meclisê bû. Wê demê nerîna tevahiyan erênî bû. Me Navenda Koordînasyona Lêkolîna Dadê ava kir. Şaredarî, Baro, TMMOB, ÎHD, Komeleya 78’an hebû. Li Stenbol, Enqere û Amedê konferans pêk hatin. Di konferansê de rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, rojnameger û gelek kesên din amade bûn. Ji 2007’an heta niha ji bo ku bibe muze me xebat kirin.
Piştî konferansan çi hatin kirin?
Me doz vekir. Pêşiyê hinek peşketin çêbûn. Dozgerê ewil li ser lêkolîn kir. Piştî dozgerê ewil şandin cihekî din, dozgerekî nû hat û biryara neşopandinê da. Me dosya şand DMME’yê. Hê encamek nehatiye girtin. Lê ew di wîcdana gel de hatine mahkumkirin. Piştî zindana Amedê di 2022’yan de vala kirin me serî li Wezareta Dadê û Wezareta Çandê da. Di cotmeha 2022’yan de Wezîrê Dadê milkê Zindana Amedê dewrî Wezareta Turîzm û Çandê kir. Wezareta Çandê jî niha xera dike û dike Muzeya Etnofnafyayê. Ji rastiya wê dûr dixin. Niha hikûmetê komîsyoneke li gor xwe ava kiriye. Orhan Mîroglu û kesên li gor dilê hikûmetê di nava komîsyonê de cih digirin. Armanc dikin vê hewldana Lêgerîna Heqiqet û Edaletê pûç bikin û dewletê mafdar bikin. Dixwazin rastiya wir biguherînin. Em çûn CHP’ê û hemû partiyên siyasî. CHP’ê em wekî sazî qebûl nekirin. Wezareta Çand û Turîzmê hemû derdorên zindanê dorpêç kirin û kes nizane ka li hundirê wê zindanê çi dibe. Dixwazin hem bîrê tune bikin û hem jî bikin qada rantê. Di 2023’yan de me bi tevlibûna hemû saziyên civakî, ode, sendîka û komeleyan li Amedê civîneke berfireh pêk anî. Me bi îmzeya 107 partî, komele, ode û sendîkayan, deklerasyonek parve kir. Me serî li gelek derdoran da, lê me tu encam negirt. Me şandeyek şand Enqereyê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî ziyaret kirin. Ji bo Zindana Amedê bibe Muzeya Hiş û bîrê têkoşîna me didome.
Ganî Alkan kî ye?
Di sala 1955’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû. Li Amedê dibistan xwend. Heta Enstituya Perwerdehiyê xwend û hat girtin. Piştî 12’ê Îlona 1980’ê hat girtin û 1988’an hat berdan. 4 mehan di bin çavan de ma. Gelek caran hat girtin. Di gelek partiyên siyasî û rêxistinênn civakî de cih girt. Ji 2011’an heta 2021’an hevserokatiya 78’an kir. Niha jî xebata Komeleya 78’an dike.