YouTube, malpereke webê ye ku dîmên lê tên barkirin, temaşekirin û belavkirin. Navenda YouTubê li bajarê San Brûno yê parêzgeha Kalîforniya ya Amerîkayê ye. YouTube, di 15’ê sibata 2005’an de ji aliyê xebatkarên PayPal’ê (Pergala dirav razandinê ya online) Steve Chen, Chad Hurley û Jawed Karim ve hatiye damezrandin.
Destpêkê bi piranî şîrketên muzîkê ji YouTubê sûd wergirtine û qlîbên xwe yên muzîkê lê bar kirine. Lê bi demê re naveroka YouTubê hatiye dewlemendkirin û di gelek qadan de dîmên lê hatine barkirin. Di demên dawîn de jî YouTubê bûye alternatîfa qenalên televîzyonan. Gelek kes qenalên takekesî li ser YouTubê vedikin û naverok hildiberînin. Li gelek welatan hejmara aboneyên qenalên YouTubê yên takekesî bi seriya milyonan ketiye.
Di 2012’an de dibe penaber
Ji bilî şîrketên muzîkê di nav kurdan de ev xebat qels in. Hê nû nû bala kurdan diçe ser YouTubê. Bi vîrusa koronayê re eleqeya kurdan a ji bo vê yekê zêdetir bû. Bi pandemiyê re gelek qenalên YouTubê yên takekesî hatin vekirin û naverokên cuda hatin hilberandin. Yek ji van kesên ku qenala YouTubê ya takekesî vekiriye jî rojnameger Ayhan Ûrmiye ye.
Ayhan Ûrmiye, di sala 1986’an de li gundekî bajarê Ûrmiyeyê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 2012’an de ji ber zextên rejîma Îranê terka bajarê xwe Ûrmîyeyê dike û derbasî bakûrê Kurdistanê dibe. Di sala 2018’an de jî weke penaberekî siyasî derbasî Almanya dibe û niha li wir dijî. Ew di temenekî biçûk de li ser çand û hunera kurdî dixebite û dibe endamê Enstîtuya Ehmedê Xanî ya li Ûrmiyeyê.
Ji valahiya qada mîzahê dest pê dike
Li bakurê Kurdistanê jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dixebite û çîrokên pêkenokî dinivîse. Herî dawî jî medya civakî bala Ayhan dikişîne û li ser navê xwe qenaleke YouTubê vedike. Ayhan di vê qenalê de niha bernameyeke bi navê Îro Show çêdike û bi zimanekî mizahî di gelek waran de rexneyan li civaka kurd dike.
Me xwe gihand Ayhan Ûrmîye û li ser bernameya wî ya Îro Show a bi mîzahê rexneyan dike, axivîn. Ûrmiye, diyar kir ku bi nivîsên mîzahê û sînemayê re mijûl dibe û weke kesekî ku 15 sal in mîzah dinivîse wî tim kêmasiya mîzahê di medyaya kurdan de didîtiye û ji ber vê sedemê dest bi bernameya Îro Showê kiriye.
Bila bibe payîz…
Ûrmîye, da zanîn ku gelek kevneşopên tiro-viro, resm û edetên nebaş û taboyên mezin di nav civaka kurd hene ku divê werin rexnekirin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman. “Ziman û çanda me ya resen di bin bandora medyaya ne bi kurdî de roj bi roj bêrengtir dibe. Ku pêşiya vê yekê neyê girtin wê demê bi rastî ‘Em ê herin yek bi yek’. Îro Show wê siyaset û siyasetmedaran jî rexne bike. bila bibe payîz em ê bibînin.”
Di berdewamê de Ûrmîye, angaşt kir ku di çanda kurdan de rexnekirin tune ye û di şîroveyên kurdan ên ji bo hunermend û siyasetmedaran de, ji bilî imojiyên dil û gul û bijî-bijî tiştek din nabîne û ev nirxand: “Em kurd ne ji rexnedayîn û ne ji rexnekirinê hez dikin. Gava mirov hişmendiya gelên din ku çava hunermend û siyasetmedarê xwe rexne dikin dibîne bi rastî xemgîn dibe.”
Li wargeha penaberan amade dike
Ûrmîye, têkildarî bertekên li dijî rexneyên wî yên di Îro Showê de jî got ku heya niha bertekên gelek cidî li dijî wî çênebûne, Îro Show hê di lêlêyên xwe de ye ku bibe lolo wê mala wî xirab bikin, lewma hewl dide hinekî sivik rexne bike da ku hêdî-hêdî amadehî ji bo rexneyên tûj û giran çêbibe.
Der barê şert û mercên çêkirina Îro Showê de jî Ûrmîye ev agahî dan: “Ez Îro Showê li wargeha penaberan di odeyek piçûk de ji pêşkêşvanî û tekstê bigire heya teknîk û montajê bi tena serê xwe amade dikim. Sezona yekemîn wê heya payîzê bidome. Helbet wê guherînên mezin çêbibin. Mixabin bê derfetî destên min girê didin. Min pêdivî bi piştgiriyê heye. Îro Show bi rihê xwe yê mîzah û rexne wê her tim wisa be lê bê guman her tim tiştek ji bo sûrprîzkirinê wê hebe. Heke tu bipirsî heya kengî wê bidome ez ê heya mirinê li ber xwe bidim.”
Nûçe: Qedrî Esen