Li Amedê 418 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26ê çileyê de deklerasyonek aşkere kirin. Piştî deklerasyonê li Amedê kampanyaya îmzeyan a Ji Rojava statû, ji gelên Kurdistanê re azadî” dan destpêkirin. Têkildarî armanca deklerasyonê û rola saziyên demokratîk Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat nirxandin kir.
Gaveke pêwist e
Mehmet Kasim Firat destnîşan kir ku ev deklerasyona ku ji aliyê 418 sazî, rêxistin û partî û hêzên herêmê di 26ê çile yêde ku bi dirûşma “Ji Rojava statû, ji gelên Kurdistanê re azadî” pêk hat deklerasyonek di cih de ye û got: “100 salin li 4 parçeyên Kurdistanê siyaseta înkar û îmhayê tê meşandin. Bi kuştin, talanî û înkarê naçe serî. Kurd hene. Dê hebin. Desthilat dê bi vê yekê encamê bi dest nexin. Ev gava hat avêtin, pêwist e. Ji bo Rojava statû û ji bo gelên çar parçeyên Kurdistanê jiyaneke serbixwe, demokratîk û bi edalet pêwîst e. Ku wisa nebe aramî li herêmê pêş nakeve. Ev gavek pêwist e. Çalakî û daxuyaniyên wiha dê bidomin. Nerîna me ya Komeleya Şêx Seîd û wekî neviyê Şêx Seîd dibêjim pewîst e em li ser vê mesele bi giranî rawestin. Ji bo vê yekê çi pêwîst be divê mirov pêk bîne.”
Divê em saziyan têxin tevgerê
Kasim Firat bal kişand ser rol û rista sazî û rêxistinan û wiha berdewam kir: “Divê mirov xebatên bi vî rengî berdewam bike. Divê sazî, partî û rêxistinên mafên mirovan eleqeyê nîşan bide. Yên ku eleqeyê nîşan nade divê mirov bi wan re diyalogê pêş bixe û wan têxe nava xebatê û nava tevgerê. Ez bi desthilat û dagirkerên kurdan zêde ne bawer im. Her cara ku mijara çareseriya kurdan û aştiyê ketiye rojevê, desthilatan bi Îran, Sûriye û Iraqê re têkilî pêş xistine. Projeyên xwe yên li dijî çareseriyê pêş xistine.”
Rojava bûye sembol
Mehmet Kasim Firat xwest kurd di ferqa van lîstikan de bin û wiha bi dawî kir: “Kurd 100 salin bi van qirêjiyan re rû bi rû ne. Sed sal in ji van desthilatên bêînsaf zilm û zordarî dîtine. Divê civaka kurd êdî li ser van tiştan hesas be. Bi taybetî partî û rêxistinên kurdan ên karbidest divê tifaqê xurt bikin. Çawa dagirkerên kurdan li ser çar parçeyên Kurdistanê dibin tifaq, divê partiyên kurdan jî li dijî wan tifaqa xwe xurt bikin. Divê saziyên kurdan ên xwedî deng û hêz tifaqa xwe xurt bikin. Divê ji berjewendiyên tekakesî û saziyê zêdetir, berjewendiyên tevahiya civaka kurdan esas bigirin. Êdî rojava bûye sembol. Eger li Rojava statûyek bê naskirin, dê mafê hiqûq û demokrasiyê jî bê parastin. Dikarin navê federasyon, an jî konfederasyon an ku navekî din lê bikin. Divê ji bo statûyê li ber xwe bidin. Divê em jîr bin û li ser piyan bin. Divê em netirsin. Xweda li aliyê mezlûman e. Dem û heqîqet ji bo mezlûman e. Divê em bibin yek û ji dîrokê encamekê derxin. Divê ewil em di nava xwe de aştî û edaletê ava bikin.”