26 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hişmendiya AKPê çareserî nabe

Ger niyeta hikûmeta AKPê û komisyona damezirandiye ne xapandtin be, fermo bila xalên li jêr hatine rêzkirin bi cî bînin.

Ger tehamula we li hember zimanê kurdî tine be, çima hûn komîsyona qaşo xwişk-biratiyê bi kurdan re saz dikin û li sazî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî dikin? Ger tu dixwazî bi kurdan re biratiyê saz bikî, divê berî her tiştî tu li hember ziman, çand û nasnameya kurdî rêzdar bî.

PKK ya ku bi banga rêbertiya xwe dawî li hebûna xwe ya partîbûnê anî û çekberdan misoger kir, bi soz û peymana xwe ve girêdayî tevdigere. Lê aliyê tirk mixabin ji zihniyeta xwe ya kevnar a nijadperest, înkarker qet misqalekê jî tawîzê nade.

Ji xwe roja komisyona bi navê qaşo «Xwişk-biratî» hat damezirandin, û AKP bi tevlêkirina 21 endamên xwe jimara zêde da xwe, me got ku, ne pêkan e, ev komisyon biryareke li dijî zihniyeta AKPê bistîne. Dawî ev rastî derket holê. Komisyonê di civîna xwe ya pêncemîn de li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê guhdarî kir. Lê ji wan xwest ku bi kurdî neaxivin. Werger jî ji wan re neyê kirin û rasterast bi tirkî biaxivin. Xwezî Dayikên Aştiyê gotiba, «Ger hûn destûrê nadin em bi zimanê dayika xwe biaxivin, komisyona we serê we bixwe» û bi tirkî neaxivîbana. Lê wisa nekirin, wek her carê fedekarî aliyê kurdan kir. Ji bo pêvajo qaşo sabote nebe, dev ji mafê xwe berdan û bi fedekarî bi tirkî axivîn.

Bêguman ev komisyonek e, zêde ne girîng e, tu li wir bi çi zimanî biaxivî, lê belê zihniyeta hatiye nîşandan diyar dike, ku komisyon ne dadwer e, di bin zihniyeta AKPê de ye, wê ti pêşketineke li gor daxwazên kurdan dernexe pêş. Mirov dikare bi pêşbînî bibêje, ku ev komisyon ji bo xapandina aliyê kurd hat damezirandin. Ji bo bibêjin «Va ye me komisyon çêkir, me li aliyan guhdarî kir, civak aştiyê dixwaze, kesên tev li şer nebûne, bila ji çiyê dakevin, tev li civakê bibin» û bi vî awayî bixwazin aliyê kurd bêhêz, bêçek, bêçare bikin û xwe derxînin ser avê.

Ger niyeta hikûmeta AKPê û komisyona damezirandiye ne ev be, fermo bila van xalên li jêr bi cî bînin:

Yek: Bila komisyon li birêz Ocalan guhdarî bike, nêrîn û perspektîfên wî yên li ser pêvajoya aştiyê bistîne.

Du: Bila komisyon li rayedarên PKK ya xwefesihkirî û li fermandarên gerîla guhdarî bike û pêşniyar û perspektîfên wan ên li ser pêvajoya aştiyê binivîse.

Sê: Bila komisyon di nav gelê kurd de anket û referandûman bi pêş bixe û bipirse bê gel aştî û xwişk-biratiyeke çawa dixwaze, komisyon bi guhdarîkirina çend sazî û rêxistinan nikare xwe bigihîne temsîliyeta giştiya gel.

Çar: Nîvê gelê kurd sirgonî derveyî welêt bûye, bila komisyon xwe bigihîne civaka kurd a li sirgonê û nêrîn û pêşniyarên wan ên li ser pêvajoyê bistîne.

Pênc: Bi dehhezaran pêşeng û rewşenbîrên vê civakê di zindanan de ne, bila komisyon li dengê zindanan jî guhdarî bike.

Şeş: Di şerê li hember kurdan de, xwezaya Kurdistanê hat tahrîbkirin, bi hezaran gund hatin valakirin, bi dehhezaran dar û daristan hatin şewitandin û birîn, bi milyonan teyr û tilûr hatin kuştin û şewitandin û hêlînên wan hatin xerakirin, ev sed sal in dewlemendiya sererd û binerdê Kurdistanê tê talankirin, neft û madena Kurdistanê tê talankirin, komisyon ji bo tespîta vê xisarê wê riyeke çawa bişopîne, li kê guhdarî bike, ji bo Kurdistanê ji vê keraseta bi zanistî tê kirin rizgar bike, wê karibe çi pêşniyaran derxe holê?

Heft: Ji bo rakirina ji holê ya dijmintiya li hember kurdan, bila komisyon li kurdên beşên din ên Kurdistanê jî guhdarî bike, wek mînak guhê Hakan Fîdan bikişîne û jê bipirse, tu çi ji Kurdên Rojava dixwazî, ku her roj gefan li wan dixwî û piştre pêşniyarên HSD yên li ser kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li hember gelê Rojava bistîne?

Heşt: Di şerê li hember kurdan de bi dehan organîzasyonên derzagonî yên wek hizbûlkontra, Jitem, tîmên taybet, cerdewantî, qatilên veşartî çêkirin û rêxistinên terorîst ên wek DAIŞ wek Artêşa qaşo azad a Sûriyê li hember kurdan bi çek kirin û bikar anîn. Divê komisyon li ser riyên belavkirina van û tespîtkirina xisara dane civaka kurd jî bi muxataban re hevdîtinan bikin û pêşniyaran bi pêş bixin.

Neh: Dagirkeriyeke  bê hed û hesap li ser axa Kurdistanê heye, ji bo leşkerên tirk ji axa Başûr, Bakur û Rojava vekişe baregehên xwe, komisyon wê çi tedbîran karibe bistîne û çi pêşniyaran bi pêş bixe?

Mirov dikare van xalan berfirehtir bike. Pirsgirêka ev sed sal in di navbera kurd û tirkan de heye, ne pirsgirêka «Avakirina Tirkiyeya bê teror e», Damezirandina dewleta Tirkiyê bi xwe bûye çavkaniya terorê, divê destpêkê ev tespît were kirin. Diviya navê pêvajoyê, «Kurdistaneke bê teror» ba, ji ber ku ji roja dewleta Tirk dameziriye heta îro, terora dewleta tirk li ser axa kurdan ranebûye, her roj zêdetir û dijwartir bûye.

Pirsgirêk bi rastî jî ne bêçekkirina PKKê, lê rawestandina terora dewleta tirk e. Divê dewleta tirk bê qeydûşert leşkerên xwe ji axa Kurdistanê vekişîne baregehên xwe yên li Tirkiyê û bi referandûmekê ji gelê kurd bipirse bê bi gelê tirk ê ev sed sal in zilmê li ser gelê kurd dikin re dikare biratiyeke çawa û li ser çi bingehî ava bike yan neke.

Mîmarê vê pêvajoyê birêz Ocalan û Dewlet Bahçelî ne, lê komisyonê heta niha bi herduyan re jî hevdîtinek nekiriye. Ji xwe Dewlet Bahçelî temsîla aliyê dewletê dike û di serî de Nûman Kurtulmuş û 21 parlamenterên AKPê  wê ji gotina wî dermekevin, lê ka mafên birêz Ocalan? Ma ne lingekî pêvajoyê ew bi xwe ye? Pêvajo çawa dikare li ser lingekî bimeşe.

Ger AKPê ji dil çareserî bixwesta wê birêz Ocalan ji Îmraliyê derxista, anîba meclîsa tirk, danîba kêleka Nûman Kurtulmûş û wê bigota «fermo bi hev re li riyên çareseriya aştiya civakî û biratiya gelan bigerin», wê demê wê hêvî ji xebatên komisyonê heba, lê niha xebatên komisyonê wek aveke şîlo bi rê ve diçin.

Ji bo wê, divê gel hişyar be û hasasiyeta xwe ya li hember mafên xwe ji dest bermede. Ger ew Tirkiyeyeke bê teror dixwazin, divê destpêkê bingehê Kurdistaneke bê terora dewletê deynin, wekî din ti komisyon, ti pêşniyar, ti zagon wê aştî, biratî û demokrasiyê nikaribe bîne nav civakê û ser van axan.