Miduriyeta Giştî ya Malên Ceza û Ragirtinê ya Wezareta Dadê rojnameya me Xwebûnê ya heftane weşana kurdî dike bi hinceta “zimanê biyanî ye” neda girtiyan
Girtî Abdurrahîm Akalp ê li GirtîgehaTîpa F a Bolûyê dimîne, ji Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar û Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu re nameyek li ser mijarê şand û diyar kir ku rayedarên girtîgehê rojnameya Xwebûnê, bi hinceta “zimanê biyanî ye” nedan girtiyan û ketina rojnameyê ya girtîgehê qedexe kirin.
Akalp di nameya ku ji Onlu re şand de wiha got: “Zimanê me 40 milyon kurdan weke ‘zimanê biyanî’ dibînin. Ev nayê qebûlkirin. Me biryara rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê gilî kir. Der barê biryara qedexekirina rojnameya Xwebûnê de bersiva ku ‘kovar û rojnameyên zimanê wan biyanî ye nagirin girtîgehan ‘ dan me. Li ser mijarê me ji Midûriyeta Giştî ya Malên Ceza û Ragirtinê ya Wezareta Dadê re nivîs şand, lê midûriyetê destûr neda ku rojnameya Xwebûnê teslîmî girtiyan bê kirin. Rojnameya ku ji me re hatibû şandin ji bo ku li malbatan vegerînin kirin depoya girtîgehê.”