Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî yek ji nexweşên girtî bû jî nedihat berdan, 2’ê cotmehê danê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kuday ji Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê hate girtin û bi balafirê şandin Mêrdînê. Cenaze, li Balafirgeha Mêrdînê ji hêla bi sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşma “Şehîd namirin” birin mala Kuday a li gundê Pîrîketa yê navçeya Qoserê. Li vir bi zemar, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Piştre jî ji bo definkirinê bi wesayîta cenazeyê birin gundê Tell Şîrez ê Qoserê.
Piştî wecîbeyên olî, darbesta Kuday ji hêla bi hezaran kesan ve hate hilgirtin û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” birin goristanê. Ji ber wesiyeta Kuday, cenazeyê wî li rex gora kurê wî Seyîd Riza Kuday (Dijwar Baran) ê di sala 2015’an di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû û biraziyê wî Alîşer Kuday (Şiyar Mazlum) hate definkirin. Li ser gora Kuday dua hatin kirin.
Di merasîma definkirina Kuday de li ser navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) Gurbet Tekîn axivî. Tekîn sersaxî ji bo malbatê û gelê kurd xwest û wiha got: “Em van polîtîkayên ku zarok û rêhevalên me dikujin lanet û şermezar dikin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan darbest derkevin. Di şexsê şehîd Abdulkadîr Kuday de em tevahiya şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr tînin û li hemberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.” Piştre jî di şexsê Kuday de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.
Tanhan: Dıi encama dijminatiya kurdan de hate qetilkirin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Qetilkirina Abdulkadîr Kuday, encama zilma sed salin li ser gelê kurd tê meşandin e.” Tanhan, qala binpêkirinên li girtîgehê li dijî Kuday hatine kirin vegot. Tanhan, wiha domand: “Birin girtîgehên li metrepolên Tirkiyeyê û ji malbata wî dûr xistin. Tevî ku li girtîgehê nexweş ket jî nehat tedawîkirin, di dema xwe de nebirin nexweşxaneyê. Birin nexweşxaneyê lê îcar jî teşhîsa xelet kirin. Ev teşhîs bi xeletî nehate kirin. Ev dijminatiya li dijî kurdan bû. Ji ber ku ew kurd bû. Xwestin hevalê me bi fermî qetil bikin lewma jî zilma xwe domandin. Ev jî bes nekir ku piştî ketî bin 40 kîloyan birin nexweşxaneyê û ezyet û îşkence lê kirin.”
‘Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin’
Di berdewamê de Tanhan peyama Kuday a dema li nexweşxaneyê şandî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Got ku îşkence lê tê kirin û avê nadin wî. Ev dijminatî ne qedera gelê kurd e. Em ê van tiştên hatine kirin tu caran ji bîr nekin. Em li ser gora heval Abdulkadîr soz didin; em ê alaya wî hêj bilindtir bikin. Em ê her tim bi gelê xwe yê mazlum re bin, dapîr û bapîrên me çi kiribin em jî dê li pey rêça wan bin. Heta ku em digihijin armanca xwe jî dê rêya xwe bernedin. Bila cihê te bihûşt be. Rêheval, xwişk, bira û hemû malbata îro li cem te ye. Em soz didin ku em ê xwedî li mîrateya te derkevin.”
Kuday: encama tecrîdê ye
Kekê Kuday, Salih Kuday jî wiha got: “Hem birayê min hem jî rêhevalê min bû. Em soz didin ku dê li ser rêça wî bin û xwedî li berxwedan û sekna wî derkevin. Tu caran bêrûmetî qebûl nekir. Di nava nivînên mirinê de bû lê dîsa jî got; ‘Zilm, dijminatî û tecrîda we çiqas zêde be, berxwedana me jî dê ewqas a mezin be.’ Ev gotinên wî dê rêya me nîşan bidin. Em ê xwedî li gotinên wî derkevin û bibin şopdarên wan. Bû 43 meh ku malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê bikin. Yek ji encamên tecrîdê yên îro jî mirina birayê min, rêhevalê min e. Di wê baweriyê de me ku heke tecrîd nebûya belkî îro em ne li vir bûna. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li ser civakê jî heye. Ez spasiya her kesî dikim. Dixwazim hûn heqê xwe helal bikin û ew jî heqê xwe li me helal bike. Ji ber ku me nekarî bibin bersiva daxwazên wan. Ez li vir rexnedayina xwe didim. Ne tenê ji bo wî, me nekarî ji bo hevalên wî, ji bo Serokatiyê jî bibin bersiv. Ji ber ku em jê re nebûn bersiv, em îro li ser gora wî ne.”
Piştî axaftina Kuday, girseyê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd namirin” û “ Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û derbasî cihê şînê ya li gundê Pîrîketayê bûn.