12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran meşvanên aştiyê çareserî Ocalan nîşan dan

Bi hezaran meşvanên aştiyê li ser sînorê Xabûrê meşiyan û çareserî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir li Sîlopî axivî û got: “Kurd azadî û wekheviyê dixwazin. Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Mûxatab Îmrali ye.”

Bi hezaran meşvanên aştiyê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê meşiyan Deriyê Sînor ê Xabûrê. Meşa ku DEM Partiyê bi rêve bir, li Taxa Kizirê dest pê kir. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayndir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û bi hezaran welatî beşdar bûn.

Girseyê di meşê de pankarta “Li hemberî şer aştî, li hemberî tecrîdê têkoşîn, li hemberî dagirkeriyê berwxedan” û dovîzên “Bimre xiyanet bijî Kurdistan”,  “Jin, Jiyan, Azadî” û “Têkoşîna jinê li her derê ye” hilgirtin.

Gel aştî û azadiyê dixwaze

Gel meşiya Deriyê Sînor ê Xabûrê û li  vir axaftin kirin. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di daxuyaniya piştî meşê de axivî û got: “Her qada herêma Botanê 40 sal in qadên şer in. Gelê kurd bi daxwaza aştî, azadî û wekheviyê têdikoşin. Em ji ber vê li cihê ku şer lê diqewime ne. Em ji vir banga aştî û azadiyê dikin. Li Kurdistanê û cîhanê rengê şer li gelan tê ferzkirin. Lê em li dijî rengê şer, rengê spî yê aştiyê, azadiyê û aştiyê diparêzin.”

Bayindir, bal kişand ku desthilat niha qala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikin û wiha berdewam kir: “Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in qala vê dike. Dibêje ku heke desthilat li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo çareseriyê hewl nedin dê Rojhilata Navîn bibe dojeh. Îro jî desthilatan ev der veguherandine qada şer û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê. Gelê kurd 40 sal in têkoşîneke mezin dide. Ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêya wekhevî, aştî û azadiyê nîşan dide. Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedhezaran têkoşîna aştî û azadiyê didin.”

Ocalan pêşengiya aştiyê dike

Bayindir, bal kişand ku hêzên hegemon li gelan şer ferz dikin û wiha pêde çû: “Mirin û talanê ferz dikin. Lê li hemû cîhanê tenê Serokek heye ku ji têkoşîna aştiyê re pêşengtiyê dike. Ew jî birêz Abdullah Ocalan e. 25 sal in ji bo aştiyeke birûmet, ji bo aştî û azadiya gelê kurd hewl dide. Lê em li vê meydanê dibînin ku li dijî daxwaza aştî û azadiyê şer di dewrê de ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji aştiyê re asteng e.”

Bayindir ani ziman ku her çiqas hêzên desthilat bibin asteng jî dê daxwaza aştî û azadiyê bi ser bikeve û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê ev polîtîkayên tecrîdê yên vê desthilatê dê sernekevin. Gelê kurd bi têkoşîna xwe mûxatab û rê nîşan dide. Rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mûxatab jî Îmrali ye. Heta ku ev tecrîd bê rakirin em ê têkoşînê li her qadê bilind bikin. Hevkarên vî şerî hene. Hevkarê wan jî PDK ya li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê hevkariyê bi hezaran qehremanên gelê kurd hatin qetilkirin. 2 rojnamevanên jin ên kurd hatin qetilkirin. Ciwanekî ji başûrê Kurdistanê duh li Stenbolê hate qetilkirin. Baş bizanin ku kurdên birûmet li Stenbolê jî li Herêma Kurdistana Federe jî tên qetilkirin. Kesên rê li ber van komkujiyan vedikin hevkarên vî şerî ne. Em bang li gelê me  yê li başûrê Kurdistanê dikin: PDK hevkarê vê xiyanetê ye. Ji ber vê yekê berpirsyarî li ser milê we ye, li ser milê we hemûyan e. Ev bar li ser milê me hemûyan e.”