12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li Torontoyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin

Bi hezaran welatî li Torontoyê ku yek ji bajarên herî mezin ên Kanadayê ye, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û azadî xwestin.

Xwepêşandêr li kolana Bloor-Yonge ya navenda Torontoyê li hev kom bûn û daxwazên xwe yên aştî, azadî, edalet û demokrasiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Beşdarên ku bi posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Rêber Apo re azadî” meşiyan, diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hêviya gelê Kurd a aştî û azadiyê gelekî girîng e.

Ciwan bi cil û bergên xwe yên gerîla û neteweyî beşdarî çalakiyê bûn.

Girseya ku bi sedan dowîz û pankartên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser bûn hilgirtin, li ber stranan govend gerandin.

Çalakgeraen di çalakiyê de posterê mezin ê Rêber Abdullah Ocalan vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Duh Mandela îro Ocalan”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Jin. Jiyan azadî” berzkirin. Di çalakiyê de bi hezaran belavokên li ser pêwîstiya azadiya Abdullah Ocalan ji bo Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn belavkirin.

Piştre bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, mîtîng destpê kir. Di çalakiyê de hevserokên Komeleya Kurd a Kanadayê axivîn û diyar kirin ku divê dawî li esareta Rêber Apo were.

Xwepêşanderan diyar kirin ku divê civaka navneteweyî di vê mijarê de zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe û bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Kanadayê kirin ku êdî Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalaki bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.