12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li Londonê meşiyan û gotin: Ji Rêber Apo re azadî!

Bi hezaran Kurdistanî li Londonê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşa dirêj û mîtîng li dar xistin û gotin: “Ji Rêber Apo re azadî.”

Bi hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan li paytexta Îngilistanê Londonê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşa dirêj û mîtîng li dar xistin. Ji çar aliyên Îngilistanê bi hezaran Kurd û dostên wan tevlî meş û mîtîngê bûn. Meş û mîtîng li ber avahiya BBC’yê pêk hat.

Gelek Kurdistanî, ji bajarên Skoçyayê Edinburgh û Glasgowê; ji bajarên Îngilistanê Liverpool, Brighton, Sheffield û Manchesterê bi otobus û wesayîtên taybet beşdarî meşa li ber avahiya BBC’yê bûn. Tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Torên Piştgiriya Kurdistanê û komên enternasyonalîst jî tevlî bûn.

Ji ciwanan heta kal û pîran, ji kedkaran heta karsazan, Kurdistaniyan eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê dan. Ciwan bi cil û bergên kurdî tevlî meşê bûn. Girseyê pankartên bi wêneyên Rêber Apo û bi daxwaza “Azadîyê” hildan û bi stranên li ser Rêber Apo û gerîlayan govend gerandin.

Di meşê de posterê mezin yê Rêber Abdullah Ocalan vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Duh Mandela îro Ocalan”, “Azadî ji bo Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di meşê de, bi hezaran broşurên der barê giringiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk, pirsgirêka Kurd û aşitiya Rojhilata Navîn de hatin belavkirin.

Mîtîng ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Londrayê Îshak Mîlanî axivî û diyar kir ku êdî ne gelê Kud ne jî gelên Rojhilata Navîn esareta Rêber Apo qebûl nakin.”

Serokê Konfederasyona Sendîkayan ya Dundee ya Skoçyayê û Serokê Giştî yê STUC’ê Mike Arnott jî bang li saziyên navnetweyî kir ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo were û azadiya wî pêk were. Arnott bang li Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT’yê kir û got: “STUC’ê ji Wezîrê Karên Derve yê nû yê Îngilistanê David Lammy xwest ku li ser rewşa tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê bisekine.

Em careke din bangî saziyên navneteweyî û Wezîrê Karên Derve David Lammy dikin; Divê ji bo careke din destpêkirina hevdîtinên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan û PKK’ê de û ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê, gav biavêjin.”

Mike Arnot xwest spasiyên xwe ji Rêber Apo re bike û got: “Spas ji bo bandora tevgera we li ser ku em li ser cîhanê çawa difikirin, ji bo ku em hemî çawa dikarin ji civakek cûda hêvî bikin. Em ji bo Rojava û nirxên ku bi şoreşa ku berdewam dike re spas dikin. Divê Ocalan îro weke yek ji ramanwerê herî bibandor ê cîhanê bê naskirin. Nivîsên wî ji mezhebperestiya olî, baviksalarî, neteweperestiya paşverû û kapîtalîzmê re alternatîfan pêşkêşî me dike. Ji bo pêşketina me hemûyan Konfederalîzma Demokratîk deriyê nû ji bo me vedike. Têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji bo me hemûyan çavkaniya îlhamê ye.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Aso Kamalî jî axivî û bal kişand bi ser polîtîkayên qirkirin, înkar û pişaftinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd. Aso Kamalî diyar kir ku gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar hatine hiştin û got: “Ziman û çanda me hat qedexekirin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî neheqiyê me li ber xwe da. Rêber Apo nûnerê herî girîng ê gelê Kurd e. Tecrîda li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirina li ser gelê Kurd e. Werin hûn jî li dijî vê neheqiyê tevlî berxwedana me bibin. Tevlî pêngava kurewî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bibin û meşa azadiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tecîdar bikin.”

Li ser navê Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re Rut û li ser navê Kampanyaya Azadî ji bo Hemû Girtiyên Siyasî yên Îranê Hesen Îranî axaftinek kirin û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn.

Piştî axaftinan bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi kortejekê ber bi Qada Picadilly Circus ve meşiyan. Meş li ser cadeya herî qerebalix û binavûdeng a Londrayê, Oxford Circusê pêk hat û Kurdistaniyan bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” koland hejand. Meşa ku Kurdistaniyan bi stran, dirûşme û tilîliyên xwe bi rê ve dibir, rastî eleqeyeke mezin hat. Di axaftinan de gelek caran behsa polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û giringiya azadiya Rêber Apo ji bo aşitiya Rojhilata Navîn hat kirin. Girseyê meşa xwe bi kortejeke dirêj domand û bergiriyên ewlehiyê yên polîsên Îngilîz bal kişand.

Girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Çalakî li Piccadily Circusa binavûdeng, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.