Bi hezaran şêniyên li kantona Firatê li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Qada Jina Azad a li Kobanê heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.
Şêniyên ku li kolanên Kobanê kom bûn û meşiyan, li Qada Şehîd Egîd mîtîngeke li dar xistin. Di mîtîngê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Salih Nûh axivî û got: “Dewleta Tirk bi rêya lîstokan dixwaze dîrokê dubare bike. Lê bila baş bizane ku sîwana mezin a gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê diparêze, Serok Abdullah Ocalan û ramanên wî yên ronak e.”
Salîh Nûh wiha domand: “Gelê me vê zulmê qebûl nake. Dewleta Tirk ji 26 salan ve Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û tecrîdeke giran lê ferz dike. Em vê rewşê qebûl nakin. Êdî gelê Kurd hişyar e. Têkoşîna wî li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest nexin, gelê me ranaweste.” Mîtîng bi dûrişma “Bê Serok jiyan nabe bi dawî bû”.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ragihandin ku desthilata Tirk hevdîtina bi Ocalan re heta 6 mehên din qedexe kiriye. Parêzeran destnîşan kir ku ew biryarê napejirînin û dê daxwaznameyekê ji dadgeha destûrî ya bilind re li dijî vê biryarê pêşkêş bikin.