12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li Ewropa û Dêrazorê li dijî êrîşên li ser kurdan meşiyan

Li 5 bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan, bi girseyî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Li Dêrazorê jî bi girseyî êrîş şermezar kirin.

Kurdan û dostên kurdan, êrîşên li ser gelê kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li bajarên cuda yên Ewropayê şermezar kirin. Di çalakiyan de diyarkirin ku êrîş ji aliyê çeteyên cîhadîst ên li ser xeta DAIŞê ve têne kirin; piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.

Lyon

Li bajarê Lyon ê Fransayê, êrîşên li ser gelê kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li Meydana Bellecour a li navenda bajêr hatin protestokirin. Çalakiya ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lyonê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di bin pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de ji aliyê çeteyên cîhadîst ên li ser xeta DAIŞê ve têne kirin. Axivêran destnîşan kir ku her çend HTŞ bi guhertina nav û gotinên xwe hewl bide xwe rewa nîşan bide jî, ji aliyê îdeolojîk û pratîk ve berdewamiya kevneşopiya DAIŞê ye. Hat diyarkirin ku ev avabûn ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên piştgirîkirin an jî bi zanebûn nayên dîtin û hat gotin ku bêdengiya navneteweyî êrîşên li ser sivîlan teşvîq dike.

Atîna

Li Atîna ya paytexta Yewnanîstanê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komkujiyên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, li Meydana Syntagma ya li ber parlamentoyê kom bûn. Meş bi rêzgirtina ji bo bîranîna pênc endamên Hêzên Asayîşê yên ku li her du taxan çalakiya fedaî pêk anîbûn, dest pê kir. Çalakiya ku di bin pêşengiya NCDK-Atîna de pêk hat, nûnerên saziyên demokratîk û nûnertiya PYDê ya li Atînayê jî tê de beşdar bûn. Di axaftinan de hat gotin ku êrîşên li ser sivîlan “sûcê şer” e û bêdengiya dewletên navneteweyî tê wateya pejirandina van komkujiyan.

Bregenz

Li bajarê Bregenz ê Awusturyayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê hatin protestokirin. Bi sedan kes ji stasyona trênê heta ber Parlamena Eyaleta Vorarlbergê meşiyan. Li ser navê Komeleya Çandê ya Sara (Bavê Serbest Abdulkerîm), KDP-S (Kemal) û Sosyalîstên Awusturyayê (Anna) daxuyanî dan û êrîş bi tundî şermezarkirin.

Belfast

Li Belfast a paytexta Îrlanda Bakur, Kurdistanî li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna fermandar Ziyad Heleb û hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Malmo

Li bajarê Malmo yê Swêdê, bi banga tevgera ciwanên Kurd mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo hemû têkoşerên azadiyê û bi taybetî Fermandar Ziyad rêz girtin. Dayikeke ku di mîtîngê de axivî, bal kişand ser berpirsyariya dewleta Tirk û dewletên garantor ên koalîsyonê. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kurd û Helebê” bi dawî bû.

Dêrazorê

Gelê kantona Dêrazorê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî xelkê taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirine, şermezar kirin û bang li Hêzên navneteweyî kir ku sûcdaran ceza bikin.