24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes û yek deng: Em hemû HSD ne

Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîr û Firatê daketin qadan û êrîşên Dewleta Tirk şermezar kirin, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana HSD û YPJê anî ziman û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir.

Bi hezaran şêniyên bajarên Eyn Îsa û Kobanê yên kantona Firatê û bajarên Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê, ji bo şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk daketin qadan.

Eyn Îsa

Li bajarê Eyn Îsa, bi sedan şênî û koçberên ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî li Çerxerêya Leşkerî li hev civiyan û li dijî êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê derketin meşê.

Di meşê de beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hilgirtin.

Rêvebera Saziya Avê ya Eyn Îsayê Sena El Elî di çalakiyê de axivî û berxwedana şervanên HSDê ya li hember Dewleta Tirk û çeteyên wê silav kir û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermazar kirin. Senayê “êrîşên hovane yên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan” jî şermezar kirin.

Meş bi dirûşmên “Bijî Berxwedana HSDê”, “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

Kobanê

Li bajarê Kobanê jî bi hezaran şêniyên kantona Firatê, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi meşeke girseyî êrîşên li ser bendava Tişrînê şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir. Şêniyan, alên HSD û YPJê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên kesên li bendava Tişrînê şehîd bûne, hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana HSDê”, “Berxwedan jiyan e” û “Na ji êrîşên dagirkeriyê re” berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Piştî rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl êrîşên Dewleta Tirk şermezar kirin.

Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên hovane li ser bendava Tişrînê berdewam dike û wiha pê de çû: “Em berxwedana bendava Tişrînê ya li hember êrîşên Dewleta Tirk silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, em ji êrîşên dagirkeriyê tu carî natirsin. Şervanên me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Til Hemîs

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê û gundên wê tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûsipiyên êlên Ereb, derketin meşa ku li pêşiya meclisa bajar dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên meclisa bajarê Tel Hemîsê Belqîs El Ebdela axivî û bal kişand ser geşedanên meydanî û siyasî yên li Sûriyeyê û got êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser pêk tên.

Endama Kongra Star a Til Hemîsê Mawîa El Hedîd jî berxwedana HSD û YPJê silav kir.

Berdevkê êla Tey a Ereb Hiyal El Xawêr, piştgiriya êlê û şêx û rûspiyên eşîran bo HSDê anî ziman, her wiha ji bo berxwedana li bendava Tişrînê got: “Em bi dil û can bi we re ne”.

Meş bi dirûşm û bangên ji bo hevgirtin û yekitiyê bi dawî bû.

Girkê Legê

Her wiha pêkhateyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk û êrîşên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê û piştgiriya berxwedana HSDê û YPJê daketin meydanê.

Girseya gel li navenda Girkê Legê kom bû û alên HSDê û pankartên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bijî HSD” bilind kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hiznî Ebûzêd axivî û got: “Em êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî şêniyên berxwedêr ên li bendava Tişrînê şermezar dikin.”

Hiznî her wiha got: “Em hemû bi HSDê re axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. ”

Çilaxa

Meşa li bajarê Çilaxa li Çerxerêya Jinan dest pê kir û li Qada Şehîd Masûm veguherî mîtîngê.

Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê Yûnis Hacî axivî û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan şermezar kirin û got êrîşên dewleta Tirk îsbat dikin ku nikare pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên destnîşan kir ku ew piştgiriya HSDê dikin û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi tundî şermezar kirin.

Dêrik

Li bajarê Dêrikê jî meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir. Bi sedan şêniyan wêneyên şehîdên bendava Tişrînê û alên HSDê hilgirtin.

Girseya gel piştî ku li kolanên sereke yên bajêr geriya, li navenda bajêr kom bû. Ji rêveberên dibistanan Gelşat Mûrad axivî. Mûrad êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarankirina sivîlan şermezar kirin.

Mûrad got: “Ev êriş dê vîna me têk nebin û heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hêzên xwe HSDê bin.”

Hevşaredarê Dêrikê Ciwan Hesen jî axivî û bal kişand ser berxwedana nobedarên li bendava Tişrînê ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê nîşaneya serkeftinê bilind dikin.

Amûdê

Meşa bajarê Amûdê jî li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad a li navenda bajêr ve çû. Bi sedan şênî, mamoste û xwendekar bi dirûşmên “Em hemû HSD ne”, “Bijî berxwedana Tişrînê” tev li meşê bûn.

Ji rêveberên dibistanan ên bajarê Amûdê Hana Xalid daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê pêk tîne hate şermezarkirin.

Meş bi dirûşma “Em hemû HSD ne” bi dawî bû.