19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes li ser sînor meşiyan

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa ser sînorê Qamişloyê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û banga berpirsyartiyê li tevahiya muxalefeta civakî û siyasî kir.

Li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 21emîn de dom kir. Welatiyên di saetên serê sibehê de li Parka Barişê ya Nisêbînê hatin gel hev, dirûşm berz kirin û xwe li benda saeta meşê girtin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), nûnerên rêxistinên elewiyan, jin, ciwan jî di nav de zêdetirî deh hezar kes ji vir ber bi sînor ve meşiyan. Piştî welatî li parkê kom bûn, kortej ava kirin û dest bi meşê kirin. Di kortejan de pankartên “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin”, “Rojava rûmeta me ye”, “Rojava rûmeta mirovahiyê ye Rojava biparêze” û “Li Rojava aştî, li cîhanê aştî” hatin hilgirtin.

Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dilê me berxwedan karê me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Herwiha wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin û dovîzên “Rojava biparêz e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Na ji şer re aştî a niha”, “Jin jiyan azadî” û “Kobanê neket dê Minbic jî nekeve” hatin hilgirtin. Di meşê de coşeke mezin hebû û hem peyama berxwedanê hat dayin hem jî peyamên xwedîderketina li peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatin dayin.

Piştî meşê, bi dehhezaran kes li ser sînorê Qamişloyê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de li ser navê DÎKê Seyda Babayê Xelatî axivî û wiha got: “Dixwazim li vir du peyaman bişînim. Peyama ewil ev e; ji bo aştiyê banga yekitiyê li gelê kurd dikim. Aştî, bi yekitiyê dibe. Yekitî jî fermana Xwedê ye. Peyama duyemîn jî ji bo gelên Tirkiyeyê ye; gelê kurd aştî û xwişk-biratiyê dixwaze. Lewma kurd û tirk bira ne û divê bi aştiyane bijîn.”

Li ser navê DADê jî Mûstafa Karabudak axivî û wiha got: “Parasina Rojava peywirekî însanî ye. Li Sûriyeyê komkujî tên kirin. Bi destê AKP-MHPê li wir komkujî tê kirin. Banga me ji bo raya giştî ya cîhanê ye. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Israra di şer de çareserî nîne. Çareserî, bi bidawîkirina şer dibe. Elewî her tim li gel mazluman e. Em vê komkujiyê qebûl nakin. Dema li Sûriyeyê komkujiya sivîlan tê kirin de li vir jî polîtîkayên zextê li ser kurdan dimeşînin. Gelê Sûriyeyê divê bi baweriya xwe û bi awayekî demokratîk bijî.”

Pistrê jî berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha axivî: “Em xwişk û biratiya bin xet û ser xetê silav dikin. Tîrejên rojê ev dem ji bo me kir bihar. Ew bayê biharê ji Îmraliye tê. Bi rojan ê em li vir nobede digrin. Em dibêjin em sînorên wê di navbera me de çêkiriye di dilê me de nîne. Rojava aliyê me yê herî biçuk û nazik e. Lewma em Rojava xwedî dertên û sînoran nas nakin. Hûn nikarin bibêjin xwişk û biratiya wê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê xetere ye. Em li vir careke din dibêjin nobeda me nobeda aştiyê ye. Nobeda me bangawaziya demokrasiyê ye. Bangawaziya tifaka kurdan e. Em ji bo xwişk û biratiya ku hevdû qebûl dike amade ne. Em li vir careke din bang dikin; careke din jî aliyê xwe ye herî nazik û delal re silavan dişînin. Em dixwazin ziman, çand û hunera me bê naskirin. Divê ji bo wê jî em têkoşîna xwe mezin bikin. Rojnamegerên weke we ku li du rastiye bûn Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hedefgirtin. Biratî ne bi hedefgirtina rojnamegeran, bi polîtîkayeke xwişk û biratiyê çêdibe.”

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew îradeya ku rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke mezin de rêya aştiyê weke nexşeke zirav û kûr anî ve merhaleyê. Ew îradeya xwişk û biratiye ku wî derxist holê em hemû bendawerê we ne. Her yek jî wê li çav rê ye. Ew ax ji ter bû ye û dile me jî edî raneke. Wext ew wexte ku deriyên zindanan bên vekirin. Ji bo em bikarin bigihijin mirada xwe, em di destpêka rûpeleke nû de ne. Asta ku em gihanê, bi têkoşîna me derketî ye holê. Lewma roj roja xwedîderketina li vê îradeya ku em bi salan e li bendê ne. Divê em vê tecrîdê bi temamî bişkînin û destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hev. Divê destkeftiyên Kurdan weke xetere neyên dîtin û weke destkeftiya xwîşk u biratiye bibînin. Destê ku ji me re dirêj dikin bila dirêjî Rojava jî bikin û di navbera gele kurd û tirk de wekheviyeke misoger ava bibe.”

Herî dawî jî ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan deqeyek rêz hat girtin û daxuyanî bi dawî bû.