3 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes Berîvan Kutlu spartin axê

Siyasetmedar û aktîvîsta TJAyê Berîvan Kutlu ji aliyê bi hezaran rêhevalên xwe û welatiyan ve hat oxirkirin. TJAyê Kutlu weke şehîda demokrasiyê îlan kir.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kutlu ku duh li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliya Edeneyê jiyana xwe ji dest dabû serê sibê ji aliyê sedan welatiyan ve li Cizîrê hat pêşwazîkirin. Li gel hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari bi sedan welatiyan re li gel wesayîta cenaze berê xwe dan gundê Navyanê yê girêdayî Şirnexê.

Dema cenazeyê Bêrîvan Kutlu gihîşt gundê Navyanê li vir ji aliyê hezaran jin û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Jinan cenazeyê Bêrîvan Kutlu ku bi rengên keskekor hatibû xemilandin hilda ser milê xwe û heta goristana gund bi dirûşmên, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku cenaze gihîşt nav goristanê wecîbeyên olî hatin pêkanînên û jinan ax avêt ser gora Bêrîvan Kutlu.

Piştî cenaze hat definkirin, hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari got Bêrîvan Kutlu ji bo azadiya gelê kurd ji zarokatiyê pêde tev li xebatan bûye û wiha axivî: “Heta ku xeyalên Bêrîvan pêk werin berxwedana me dê berdewam bike. Ew ala ku wê hildabû em ê her û her bilind bihêlin ta ku civakeke azad em diafirînin. Em soz didin hemû şehîdan em ê li vê axê aştiya gelan pêk bînin. Em dibêjin serê gelê me û malbatê saxbe.”

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan da zanîn ku wan Bêrîvan Kutlu weke şehîda demokrasiyê îlan kiriye û wiha got: “Heval Bêrîvan kolan bi kolan, gund bi gund, bajar bi bajar ji bo azadiya gelê kurd û jinên kurd tekoşîn meşand. Her digot heta azadî neyê sekin û rawestandina me dê nebe. Em weke Tevgera Jinên Azad heval Bêrîvan şehîda demokrasiyê îlan dikin. Em dibêjin serê malbat, gelê kurd, jinên kurd û Rêbertiyê saxbe.”

Piştî axaftinan jinan gora Bêrîvan Kutlu bi gul û kulîlkan xemiland.

Piştre girseya ku tev li merasîma cenazeyê Berîvan Kutlu bû, ji bo sersaxiyê çû Silopyayê.