Rayedarên dadgeh û girtîgehê di 7`ê gulanê de bi hiceta “cezayên dîsplînê” hevdîtina malbat û parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kir. Şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşekê biryar şeremzar kir.
Meşê ji pêşiya geraca otobusan a bajarê Dêrikê dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya fîzîkî û edalet ji bo Rêber Apo ” hildan.
Meş li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed axivî û girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê û gelên bindest kir.
Îdrîs Ehmed bal kişand ser desthilata hegemonîk û wiha got “Hêzên hegomonîk azadî, wekhevî û neteweya demokraîtk qebûl nakin. Lewra Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û tecrîda li ser girantir kirin, ji bo ku nehêlin fikrên wê li cîhanê belav bibe. Bi biryarên xwe binpêkirina mafan didomînin.”
Îdrîs Ehmed anî ziman ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê têkoşîn were xurtkirin û wiha axivî: “Divê em ji her demê bêtir têbikoşin.”
Endamê Meclisa Bajarokê Til Koçerê Elî Ubeyd, bêdengiya hêz, rêxistinên hiqûqî û mirovî li dijî sûcên dewleta tirk ên li dijî girtiyên siyasî û binpêkirina pîvanên navneteweyî, şermezar kir û wiha axivî: “Gelê herêmê wê bêdeng nemînin û dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.