12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran girtî dîl girtine

Endame OHD’ê Prz. Erhan Çîftçîler, bal kişand ser mafê hêviyê û got: “Li Tirkiyeyê kesên cezayê heta mirinê girtibin, nikarin ji mafê hêviyê sûdê bigirin. DMME’ê 10 sal berê biryar daye ku Tirkiye mafê heviyê bide girtiyan, lê Tirkiye heta niha zagonên xwe rast nekirine û gav neavêtiye.”

Endamê OHD’ê Prz. Erhan Çîftçîler, diyar kir ku ‘Mafê Hêviyê’ li gorî mevzûatên Tirkiyeyê girtiyekî cezayê muebeta giran girtibe, çi bibe bila bibe dikare hetahetayê li zindanê bimîne û wiha got: “Ji ber vê yekê dema nexweşî û sedemên din hebin jî girtî nayê berdan. Di vê mijarê de ji bo mafê heviyê serlêdan hene. Mînaka vê yekê biryanên DMME’yê û Vînter ên Kraliyeta Ingilistanê hene. Li gorî vê biryarê dibêje ‘Eger kesek 25 salan di girtîgehê de mabe, mafê heviyê heye. Di vê biryarê de diyar dike ku girtî piştî 25 salan dikare ji mafê heviyê sûdê bigire û rojekê bê berdan. Lê zagonên Tirkiyeyê li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) ye. Tirkiye niha biryara DMME’ê binpê dike û mafê heviyê naxe meriyetê.”

Prz. Erhan Çîftçîler destnîşan kir wekî ku tenê kesên ji doza PKK’ê tên darizandin dikarin sûdê jê bigirin tê famkirin. Lê hemû kesên cezayê muebeta giran girtine dikarin ji vî mafî sûdê bigirin. Girtiyên din jî dikarin ji vî mafî sûdê bigirin. Ev girtî çi dibe ji doza FETO be, çi dibe ji doza PKK’ê be, divê sûdê ji mafê heviyê bigirin. Li Tirkiyeyê tu kes sûdê ji mafê heviyê nagirin. Divê zagon bi lez bên guhertin û hemû girtiyên cezayê muebetên giran karibin ji vî mafî sûdê bigirin. Ev pirsgirêk, pirsgirêka hemû kesên li Tirkiyeyê muxalifiyê dike ye. Pirsgirêka hemû girtiyên siyasî ye.”

Çîftçîler da zanîn ku li Tirkiyeyê kesên ku ji doza edlî hatibin girtin, piştî 30 salan tên berdan û wiha lê zêde kir: “Girtiyên siyasî nayên berdan. Li Tirkiyeyê ji bo girtiyên edlî zagonên ku girtî karibin bên berdan hene.  Lê dewletê ji bo girtiyên ji rêxistinekê hatibin girtin, zagon hişk kirine û girtiyan bernadin. Mînak girtiyekî muebeta giran ku ji doza siyasî girtî be, pir nexweş be û nikaribe li girtîgehê bijî jî nayê berdan. Li Tirkiyeyê ji kesên ku ji doza edlî hatibin girtin re zagonên înfazê nerm in. Di salên dawî de hinek kes tên berdan nêzî 20-30 sûcên wan hene. Tevî wvan sûcan jî tên berdan û li derve dikarin sûcekî din bikin. Ev kes ji sûcê xapandin, dizî, tecawiz, kuştinê hatine girtin. Di 2022-2023’an de du zagonên efoyê derxistin. Lê ji bo girtiyên siyasî di zagonan de tu guhertin çênekirin. Dewlet ji bo kesên ku li dijî xwe sûc dikin pir hişk e. Lê kesên li dijî welatiyan sûc dikin, cezakirina wan sivik e.”

10 sal in Tirkiyeyê gavek neavêtiye

Prz. Çîftçîler bal kişand ser nêzîkatiya Ewropa û wiha pêde çû: “DMME’ê derbarê Abdullah Ocalan de di sala 2014’an de biryara mafê hêviyê da. Diviya bû ku Tirkiye ji 2014’an heta niha zagon guhertibûna. Ev ne tenê mijara Birêz Ocalan e. 10 sal di ser biryarê re derbas bûn. Diviyabû Konseya Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de hesap pirsîbûya. Konseya Wezîran a Ewropayê dikarîbû hinek gav avêtibûya. Lê wan jî tu gav neavêt. KE û YE endamên xwe diparêze. 10 sal berê niha biryar hatiye dayîn, lê Tirkiye hê jî tu gav neavêtine. Welatên Ewropayê konjekturel nêzîk dibin. Eger îro ewqas penaber û têkiliyên aborî tune bûna û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xistibûna meriyetê, dê herî dereng heta 2015-16’an Tirkiyeyê di zagonên xwe de hinek guhertin kiribûna. Lê Welatên Ewropayê dema mijar dibe Birêz Ocalan helwestek cuda nîşan didin. Ji bo ku Ocalan ji zindanê dernekeve înfaza bi hezaran girtiyan feda kirine. Eger îro girtiyeke/î ji doza FETO cezayê muebeta giran xwaribe û hetahetayê  di zindanê de bimîne, sedem ew e ku ji bo Ocalan ji mafê xwe sûdê negire ye. Ji bo ku Abdullah Ocalan ji mafê xwe sûdê negire serî li hemû rêyan didin û hemû astengiyan derdixin.”