18 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran gelê Efrîn, Şehba û Helebê ji bo azadiyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku dê heta azadkirina Rêber Apo bimeşin.

Bi hezaran Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku dê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn-Şehbayê, bi hezaran şêniyên kantonê bi dirûşma “Rêber Apo îradeya me ye em silav dikin”  li dijî pergala îşkence û qirkirinê meşiyan.

Meş ji Çerxerêya El Ehdasê dest pê kir. Girseyê pankartên “Azadiya Rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn, Kurdistanê û herêmên dagirkirî ye” hildan. Li Parka 4`ê Nîsanê meş rawestiya veguherî mîtîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê Cibraîl Mistefa axivî û got: “Piştî 44 mehan, Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe re civiya. Rêber Abdullah Ocalan çi biryarê bide em bi wî re ne.”

Endama Însiyatîfa Gel Xedîce Elo jî got: “Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê li vir in. Ev îsbat dike ku gel bi Rêberê xwe re ye. Jinên kurd jî, bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan gihaştin vê astê. Em bi Rêberê xwe re ne.”

Li Helebê jî bi hezaran meşiyan

Li Helebê jî bi hezaran kes beşdarî meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûn, bertek nîşanî tecrîdê dan.