12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran daketin qadan: Em bernadin vê dîlanê

Li Wan, Amed, Eden û gelek bajarên din bi hezaran welatî daketin qadan û qedexe û tundiya li ser çand, ziman û govenda kurdî şermezar kirin û gotin “Em bernadin vê govend û dîlanê.”

Bertekên li dijî girtina kesên ji ber govenda li ber stranên kurdî hatin girtin didomin. Bi hezaran welatî li Wan, Amed, Edene, Îzmîr û gelek bajarên din kom bûn, govend gerandin û gotin “Em bernadin vê dîlanê”

Amed

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê li dijî êrîşên li ser çanda Kurd ji AZC Plaza heta caddeya Gevran a ku nivîsa “Pêşî Peya” lê ye meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokên DEM Partî yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Cîftyurek, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER), Komeleya Jinan a Roja, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên di Nobeta Edaletê de ne, rêxistinên civakî ên sivîl û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ziman hebûn û xwebûna civakê ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray daxuyanî xwend û anî ziman ku bi sed salan e li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên pişavtinê tên meşandin û got: “Ji bo vê jî serî li hemû rê û rabazên pişaftinê hatine danîn. Di van demên dawî de êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûne. Her civak bi ziman û çanda xwe heye. Her civak bi çand û zimanê xwe heye. Pêşketina ziman pêşketina civakê ye. Ziman mafekî wijdanî û exlaqî ye. Her civak xwedê mafê perwerde û jiyanê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Edene  

Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya DEM’ê li Parka Înonû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta “Em bernadin vê dîlane” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê govend têkoşîn bê azadî jiyan nabe” û “Bi govend û tililiyan em ê tecrîdê bişkênin” berzkirin.

Li ser navê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr metna daxuyaniyê xwend. Aydemîr binçavkirinên hatine kirin şermezar kir û xwest kesên hatine girtin dmeildest bên berdan.

Aydemîr di berdewama daxuyaniyê de pêvajoya navborî wekî “provakasyonê” wesifand û got ku kes nikare gelê kurd tüne bihesibîne. Aydemîr bilêv kir ku govend dîrok e, govend nasnameya gelê kurd e û got: “Hûn nikarin gelê kurd tüne bihesibînin. Em bernadin vê dîlanê.”

Piştî daxuyaniyê girse li ber erbaneyan govend gerand û binçavkirin û girtinan şermezar kir.

Îzmîr

DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Art Huner (Jin Art) li ber Îskeleya Vapûrê ya Konakê govend gerandin û êrişên navborî şermezar kirin. Gelek eks beşdarî çalakiyê bûn û girse bi yekdengî dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zext nikarin me bitepisînin” berz kirin.

Çalakî bi strana “Ez Xelef im” û bi tilîliyan bi dawî bû.