9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan

Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes meşiyan û banga xwedîderketina li destkeftiyên Şoreşa Rojava hate kirin.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Pirsûs a Rihayê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 12emîn de didome. Bi hezaran kes beşdarî nobetê bûn û ber bi sînorê Kobanê ve meş hat lidarxistin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, bi hezaran kes bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” ji bo meşê hatin gel hev.

Dema bi hezaran welatî hatin ketina Elîgorê, cendirmeyan xwestin GBTê bikin û li ser vê yekê welatî ji wesayîtên xwe paya bûn. Girseya ku hevserokên HDK, DEM Partî û DBPê û serokên giştî yên partiyên kurdistanî jî di nav de bûn, ber bi Elîgorê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên bi berîqetên cendirmeyan hatin astengkirin, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” berz kir û meşa xwe domand. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat hilgirtin û xelkê Elîgorê jî tev li girseyê bû.

Ji ketina Elîgorê heta dawiya bajarokê meş hat lidarxistin û li vir daxuyanî hat dayin.

Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî di daxuyaniyê de wiha got: “Ez, Şoreşa Rojava silav dikim û nemiran bi bîr tînim. Rojava tê wateya 33 rêwiyên xeyalan. Pirsûs, têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar e. Şoreşa Rojava, hêviya hemû gelên cîhanê û stêrka dibiriqe ye. Pergaleke ku rêya ronahiyê li vê xaka bi tarîtiyê hatiye dorpêçkirin e. Kobanê neket û dê nekeve. Şoreşa Rojava neket û dê nekeve.”

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî li ser navê Partiya Komunist a Kurdistanê axivî û wiha got: “Îktîdarê ji bo xwe ji dîrokê ders negirtiye. Em li vir bangî dagirkeran dikin; dê gelê berxwedêr ê Rojava serî netewîne. Di demeke êrîşên wiha li ser Rojava de dê kî çekên xwe radestî hikûmeta Şamê bike? Em bangî wan dikin, ma we statûya gelê kurd nas kiriye? Na. Tu gel êdî rejîmên yekperest, dewletperest naxwazin. Yên israr dikin bila li îradeya gel binêrin. Gelê Rojava statûya xwe bi têkoşîna xwe bi dest xist. Divê rêberiya Şamê vê statûyê qebûl bike. Heke em bibin yek dê bikarin Rêveberiya Xweser biparêzin. Nexwe em ê têk biçin. Hêzên dagirker ji bo berjewendiyên xwe dibin. Ma em çima ji bo destkeftiyên xwe nebin yek.”

Endamê MYK’a Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî wiha got: “Dixwazin mîna sed sal berê dîsa Kurdan bikin çar parçe. Lê gelê me îro bi ruhê 2014an diherike ser sînor. Roj roja yekitiya kurdan e. Roj roja yekitiyê û parastina dilê Kurdistanê Kobanê ye. Em careke din li Pirsûsê bang dikin; nabe ku 60 milyon kes li Rojhilata Navîn bêstatû bijîn. Kurdan serî netewand û dê netewînin. Banga me ji bo hemû cîhanê ye, li dijî êrîşan derkevin û Rojava biparêzin.”

Li ser navê DÎKê jî Dunayser Mendelkanî axivî û wiha got: “Rojava, mala jiyana azad e. Em, komkujiyên li dijî Rojava û li ser elewiyan şermezar dikin. Banga me ji bo aliman e; yekitiya gelê kurd ji bo parastina Rojava girîng e. Banga me ji bo gelên ereb, kurd û bawermendan e; yên van komkujiyan dikin xwedî zîhniyeta Fîrewnan e. Têkoşîna li dijî van ferz e. Parastina jiyana demokratîk a li Rojava ferz e.”