25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi guleyan êrişî mala Faysal Babat

Li dijî mala hevserokê DEM Partiya ya bajarokê Sagirkê Faysal Babat êrîşa çekdarî pêk hat. Nayê zanîn êrîş ji aliyê kî ve pêk hatiye.

Li dijî mala hevserokê DEM Partiya bajarokê Sagirkê ya ser bi navçeya Qilebana Şirnexê  Faysal Babat êrîşa çekdarî pêk hat. Êrîş di seatên êvarê de pêk hatiye û nayê zanîn êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin. Gule li dara li hewşa mala hevserok ketine lê belê zerar negehiştiyê kesekî. Şûna guleyê di darê de xuya dike. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Faysal Babat ku beriya niha jî bi êrîşê re rû bi rû mabû, anî ziman ku ewlehiya wî tune ye.

Hewceyî bi bîrxistineyê ku di 11ê kanûna 2023yan de rêveberê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ahmet Gun li heman navçeyê hatibû kuştin û lawê wî jî birîndar bûbû.