Li taxa Dîcleyê ya navçeya Silopya ya Şirnexê ji bo Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Kocabey (Bêrîtan Fûad) ku 20ê Kanûna 2025an ji ber nexweşiyê li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû şîn hat danîn. Di pêşengtiya MEBYA-Dera Şirnex de û bi tevilbûna rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka demokratîk û gelek welatiyan serdana şînê hat kirin.
Girseya ku tevlî serdana şînê bûyî sersaxî ji malbata Sarya Kocabey re xwest. Di serdanê de hat diyarkirin ku heya xeyalên Sarya Kocabey pêk werin dê têkoşîna azadiyê berdewam bike.
Serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû.
