27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi girseyî serdana malbata Derya Çaglar

Rêveberên MEBYA-DERê, DEM Partî, DBP û rêxistinên demokratîk û aktîvîstên TJAyê bi girseyî çûn serdana malbata şervana YPJê Derya Çaglar.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Derya Çaglar (Arjîn Botan), di 22yê çileya 2024an de li bajarê Tebqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê ji bo keça xwe merasîma sersaxiyê li dardixe. Endam û rêveberên MEBYA-DERê, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civaka demokratîk û gelek welatî bi girseyî sersaxî ji malbatê re xwestin. Girseya ku li ber Avahiya DEM Partiyê ya Hezexê kom bûn, heta taxê dirûşma, ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Girse heta Taxa Atakent meşiya û dirûşm berz kirin.

Piştî girse gihişt cihê sersaxiyê ji bo cangoriyên azadiyê rêz girtin û piştre hevseroka MEBYA-DERê ya Şirnexê Emîne Erkûş sersaxî ji malbatê re xwest û got dê her tim şopdarên şehîdan bin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Hezexê Songul Erden jî diyar kir ku ew ê li ser şopa cangoriyên azadiyê bimeşin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî sersaxî ji malbata Derya Çaglar û hemû gelê kurd re xwest û wiha axivî: “Têkoşîna me bi saya cangoriyên me hatiye qonaxek girîng. Pêvajoya îro em têde bi tekoşîna cangoriyên me pêk hatiye. Em ê li gel hemû astengiyan li ber xwe bidin û têkoşîna wan ber bi serkeftinê ve bibin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê em pêtir xwe rêxistin bikin. Em careke din dibêjin serê malbat û rêhevalên heval Arjîn saxbe.”

Dayika Derya Çaglar, Talîa Çaglar ku wêneyê keça xwe hildabû jî got ku keça wê şehîda hemû gelê kurd e, bila serê Rêber Apo û rêhevalên wê saxbin.

Piştî axaftinan serdana malbatê bi xwendina duayan bi dawî bû.