12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi girseyî serdana malbata Bêrîtan Amed hat kirin

Bîranîna ku ji bo Bêrîtan Amed li Xana Axparê tê lidarxistin, ji aliyê girseyek mezin ve hat ziyaretkirin.

Partiya Rizgariya Jinên Kurdistanê (PAJK) aşkere kiribû ku Bêrîtan Amed (Semra Duva) di 27ê tebaxê de şehîd bûye. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li taxa gundewarî ya Muserikê a li Xana Axparê serdana malbata Bêrîtan Amed kirin. Serdan bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hat li darxistin.

Girseya ku nêzîkî 3 kîlometre dûrî qada şînê kom bû, wêneyê Bêrîtan Amed hilgirt û bi dirûşmeyên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”,”şehîd namirin” meşiya.

Li serdanê de, di kesayeta Bêrîtan Amed de, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.