Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), rêveberên DEM Partiyê, DBPê yên navend û navçeyê, MED-TUHAD-FED, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyê, gelek nûner û endamên rêxistinên sivîl, li gundê Etşa yê navçeya Farqînê ya beşdarî serdana malbata gerîlayê HPGê Çiya Farqîn (Hacî Başaran) ku di 25ê adara 2018an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû, bûn. Girseya ku ber bi mala Çiya Farqîn ve meşiya dirûşmeya ‘şehîd namirin’ berz kirin. Piştre girse derbasî hundur bû û ji bo cangoriyên şoreşê deqeyekî rêz girt û piştî rêzgirtinê dîsa dirûşmeya ‘şehîd namirin’ berz kir.
Rêvebera MEBYA-DERê Saniya Kutay di merasîmê de axivî û got: “Em ji malbata xwe re sersaxiyê dixwazin. Serê gelê kurdên bi rûmet û birêz Abdulah Ocalan sax be. Şehîdên me rûmeta me ne, em bi wan serbilind in. Rêya ku wan vekiriye, em ê wê rêyê bişopînin. Wan barê sivik ji me re hişt. Heta em sax bin em ê xeyalên wan bi cih bînin.”
‘Îro hemû cîhan qala Kurdan dike’
Apê gerîlayê HPGê Çiya Farqîn, Hasan Başaran di jî di merasîmê de wiha axivî: “Em van lehengên ku canê xwe ji dest dane bibîr tînin, em bi wan serbilind in. Ev rê rêya şeref û rûmetê ye, em gelek pê kêfxweş in. Kes nikare tiştekî çewt ji wan re bêje. Heta ku em li ser şopa wan bin em ê hertim bi wan serbilind bin. Gelek ji me nizanin ku cenazeyên zarokên wan li ku derê ne. Navê me hatibû tunekirin, lê saya wan îro navê me li cîhanê belav bûye. Hebûna wan weke ku tovek li nava axê bê avêtin e, em wî awayî şên bûne. Hemû jî bi saya van hevalên me yên di zindanan de û di serî de saya Rêber Apo ye. Bi 6-7 kesan dest pê kirin, îro bûne bi milyonan. Îro hemû cîhan qala kurdan dike.”
