Malbatên endamên HPGê Devrîm Hanî (Ugur Uçdag), Heqî Amed (Kadrî Oral) û endama YJA Starê Daristan Amed (Saadet Kaçmaz), li mala şînê ya Seyyîd Bedrettîn ya li navçeya Hênê ya Amedê şîn danîn. Piştî malbatan şîn danîn, MEBYA-DERê bi girseyî çûn serdanê û sersaxî ji malbatan re xwestin.
Girseyê di serdanê de dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û meşiyan mala şînê. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktek Arî axivî û got, “Em ê deynê xwe yê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bidin.”
Piştî şîna navçeya Hênê girseyê berê xwe da navçeya Farqînê û li wir jî girseyeke mezin serdana sersaxiya endamên HPGê Artim Ciwan (Delîl Hulaku) li mala şînê ya Hz. Omer a ku li Taxa Konak a Farqînê kirin. Wêneyê yek ji pêşengê PKKê Alî Haydar Kaytan jî li kêleka Artin Ciwan hat danîn. Li wir Rêveberê MEBYA-DERê Şeyhmus Karadag axivî û got: “Kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û em sersaxî ji malbatê re dixwazin.”
Bavê Artin Ciwan Hecî Ramazan Hulaku piştî ku dua hat xwendin axivî û got: “Her şehîdekî me ji bo me nirxekî ye. Em dixwazin ku êdî van şehîdan bibin yên dawî. Em minetdarên zarokên xwe ne ku di nava têkoşîna azadiyê de cih girtine. Em bi hemû şehîdên xwe serbilind in. Heta ji destê me bê em ê bibin layiqê doza şehîdên xwe. Em ê bibin hevreyên doza şehîdên xwe û Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan.”
Herî dawî girse beşdarî mala şînê ya Heqîqetê ya Taxa Tekel a Farqînê bûn û li wir jî ji malbatên endamê HPG’ê Nazmî (Lezgîn Yilmaz) û Kurdo (Nihat Aksu) sersaxî xwestin.
