Gelek ciwan û mirovên temendirêj jî di nava konvoyê de ne.
Konvoya ji hezaran kesî ji xelkê kantona Firatê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.
Girseya gel bi dirûşmên “Berxwedan Jiyan e”, “Bijî Berxwedana HSD û YPJê” bi rê ket.
Konvoya ku gelek ciwan û kesên temendirêj pêk tê bi sedan wesayitan bi stran, dirûşm û moraleke mezin bi rê ket.