Derhêner Ozkan Kuçuk bi navê ‘Rojbash’ li ser filmekî dixebitî û herî dawiyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal afîşa film parve kir.
Ozkan Kuçuk yek ji xebatkarên NÇM’ê bû û di xebatên sînemayê yên NÇM’ê de xebitîbû. Ew niha dixwaze bi vê filmê serpêhatiya şanoya kurdî ya 25 salan vebêje. Di filma “Rojbaş” de gelek şanogerên kurd ên di dema NÇM’ê de derketibûn ser dikê jî hene. Hin ji wan her çiqas wek berê ne çalak bin jî hin ji wan hîna jî li ser dikê ne û şonogeriyê dikin.
Ozkan Kuçuk dibêje, di demeke nêz de film wê bi dawî bibe û li festîvalan bigere.