Bi Jin Jiyan Azadî re felsefeyeke nû derbasî jiyana jinan dibe. Bi “Jin Jiyan Azadî” re êdî felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşkirî gerdûnî dibe, ne dirûşmeke ji rêzê ye, ew felsefeya jiyanê ye felsefeya ku ne tenê kombûna jinan, kombûna ol, bawerî, netew, pêkhate û mezheban li ser asta cîhanî dide çêkirin e.
Yekemîn car e jin di bin dirûşmekê de tên cem hev, ev mizgîniya sedsalê ye ku wekî şamaqekî xurt di her kêliyê de li rûyê dijminan dikeve ye. Rakirina pankarta “Jin Jiyan Azadî” li Hindistanê peyameke cîhanî ye. Di hundir wê de daxwaza jiyaneke bi ewle, jiyaneke azad, wekhev û demokratîk heye. Li dijî tundî, destdirêjî, nijadperestî, olperestî û zayendperestiya li ser jinan di her derê cîhanê de tê meşandine. Herwiha daxwaza pêkanîna edaleta windayî ye, edaleta ku di bin navê ola îslamê de di nav rihên mela û rûspiyan de hatiye veşatine.
Bendewariya ji dewlet mirin e!
Jin gihan wê baweriyê ku dê hikûmet û dewletên heyî ji wan re tiştekî neke û hêviya wan a guhertina sîstema mêrsalar û pîrsalar jî bicih neyîne û jiyaneke bi ewle ji jinan re peyda neke. Ji lew re bi wê bîr û baweriyê jin ketin ser rê û meşa ber bi azadiyê destpêkirin. Ji lew re jinên ku îro ji şûşeyê derketine êdî nakevin bin kontrolê de, jin wekî perperîkên pir reng û ziman difirin. Jinan dîtin û gihiştin wê baweriyê ku bendewariya ji dewletê mirin e! ji lew re bi xwe û ruxmî ku dizanin xeteriya serhildana wan çawa ye û dê bi çi kiryarên dij-mirovî re rû bi rû werin, lê dîsa jî rabûn û bi armanca guhertin û veguhertinê dest bi xwepêşandan û serhildanan kiriye. Serhildan û xwepêşandanên jinan yên îro, encama tepisandina hest, hêz û gotina jinan a bi salan e. Jinên ku îro derfetek dîrokî ji wan re hatiye dîtin, qezenç dikin û bi vê re dixwazin li dijî hişmendiya ku jinan bêhest, bêhêz, bêrol û bêmisyon bihêle têbikoşin û jiyan bi hişmendiya jinan birêve biçe. Ji ber ev hebe wê di xwînrijandin nebe, qirkirin û komkujî rû nedin û dê sedsaleke bi aştiyane destpê bike.
Biqasî çetiniya wê pêkan e jî
Lê belê bi hêsanî ev nabe, têkoşîneke bi hêsanî nayê meşandin û ev berxwedan çetin e. Ji ber jin bi qetilkirin, revandin, tecawizkirin, destdirêjî û gelek cûreyên tundiyê re rû bi rû tê, lê baş dizane ku wê bedelek çiqas giran bide. Ji bo wê jî bi vê volkana di hundirê wê de dikele dest bi rêwîtiyeke nû kir. Rêwîtiya ber bi jiyaneke nû, asoyên nû û rêveberiyeke nû ye. Ger îro jinên Hindistanê û gel bi bawerî û neteweyên xwe “Jin Jiyan Azadî” bilind dike, bêguman ev berhema Şoreşa Jin li Rojava ye. Doza jinan dibe yek, doza bidestxistina maf, nasname, ziman, çand û lêvegera li dîrok û şaristaniya xwe ya windayî ye. Lêgerînvanên azadiyê û dilsozên wê bi rêxistnbûyînê êdî li cîhanê xeleka azadiyê dorfireh dikin û meşa ber bi rojê ve êdî mezin dibe.
Ji bo demdirêjiya têkoşîn û serhildanên jinan pêwîstiyeke demildest bi pêşxistina sîstema xweparastinê heye û mezinkirina rêxistinê û asta zanistê kûrkirine. Ev nebe, bêguman wê hemû hewldanên jinan û qurbaniyên ku didin wê ji dest bidin û dê ne encamgir be. Xweparastin wekî nan û avê girîng e, ji bo mezinkirina hêviyên jinên welatên din û bihêzkirina wan pêwîstî bi pêşxistina xweparastina li hember her cûre êrîşan heye. Ji ber dijmin wê xwe bêdeng neke. Xweparastin wê jinan ber bi helwesteke hevpar ve bibe. Li dijî sedsala qirkirina jinan sedsala azadiyê bi felsfeya “Jin Jiyan Azadî” tê meşandin, sedsaleke ku jin êdî nikarin vegerin sifrê. Çawa be jî jin vê têkoşînê didin meşandin, jinan di serhildan û xwepêşandan de birêxistin dikin û kîna sedsalan ji dilê xwe dertînin. Êdî jin dikarin bi “Jin Jiyan Azadî” bang bikin û dakevin qadan. Di wextekî ku nedibû jin ji sînorên malê û kevaniya wê derkeve. Jin dixwazin di guhertina siyasî ya li welat de wekî jin rolê bilîzin, di diyalogên çareseriyê de xwedî nêrîn û biryar be. Di qada siyasî û aştî de rol lîstin ne hêsan e. Lê ji ber jin dikarin vê bikin dijmin her şerê qirkirinê û çêkirin û pêşxistina çekan didomîne û berjewendiyên dewletan dide ser ê jin û civakan.
Girîng e ku girtiyên jin Sara nas bikin
Bêguman, îro têkoşîn ne tenê li derve li kolan û bajaran tê meşandin. Têkoşîneke din a girîng heye ku divê balê bikşînin ser wê. Têkoşîna girtiyên jin ên di zindanan de girîng e ku jinên derve jê hêz bigirin, dengê wan bibhîzin û bihêlin ku têkoşîna wan di warê guhertina cezayên li ser girtiyan û zagonên ku mafê jinan bi her awayî binpê dike, bandor bike. Îro di bin navê gelek gunehbariyan de jin tên darvekirin, tecawizkirin û cezayên herî giran li wan tê birîn û ev taybet li Kurdistanê çêdibin. Ev yek ji bo welatên din ê Rojhilata Navîn û cîhanê re jî derbasdar e. Ya herî biêş ew e ku bêdengiyek tê jiyîn, rojeveke ku van kiryarên dij-mirovî û der-zagonî li dijî jinan tê kirin çênabe. Ji lew re hemû girtiyên jin ji hemû ol, mezheb û nasnameyan pêwîste ku jiyan û sekna şehîd Sakîne Cansiz ji xwe re mînak bigirin û wiha di girtîgehan de têbikoşin. Têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz esas negirin wê têkoşîna di hundir girtîgehan de kêm bimîne, wê negihêje armancên xwe û encamên berbiçav bi dest nexe. Jinên ku şer û têkoşînê bi kesayeta xwe re bikin yek, ji bo têkoşîna derve gelek girîng e. Ji lew re bi “Jin Jiyan Azadî” re felsefeyeke nû derbasî jiyana jinan dibe û kombûna jinan êdî mezin û dorfireh dike.