30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi erkdarkirinên șiklî rûyê xwe xweș dikin

Di Sûriyeya nû de divê ma fên jinan di qada pratîkê de were cîbicîkirin û parastin. Nimûneya vê yekê jî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digrin û bi awayekî pratîkî pêşengiyê ji xebatên gelemper re dikin

Di dilê Rojhilata Navîn a ku her dem di nava krîzan de ye, jin bi taybet jî jinên kurd li aliyekî li hember hêzên hegemon li aliyê din jî li hember desthilatdariyê ketine şerê xweîspatkirin û misogerkirina azadiya xwe. Ev yek li Sûriyeyê û di nava desthilata navendî de bi awayekî zelal berbiçav e. Ji dema hatina Rêjîma Baasê ya rûxiyayî li ser desthilatê û heta bi ketina wê, her wiha bi hatina desthilata nû re rola jinan bi awayekî sîstematîk di qadên siyasî, civakî, çandî û hwd. de hatiye paşguhkirin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ vê mijarê bi perspektîfa rizgariyê tîne ber çavan. Ev felsefe ne tenê çareserkirin lê koka kûr a desthilatê û hişmendiya mêr a serdest ji hev dixe. Ev felsefe ku rizgariya jinan e wekî şertê bingehîn ji bo rizgariya civakê dibîne, jiyanê weke qada hevpar a wek-heviyê, azadiyê jî weke nirxekî ku nayê parçekirin dibîne.

Bi hatina Rêjîma Baasê ya Sûriyeyê li ser desthilatdariyê û heta roja ketina wê ya di 8ê kanûna 2024an de, vê rêjîmê her tim netewperestî û navendî esas girtiye. Nasnameyên derveyî yên Ereb hemû ji hebûna xwe dihatin dûrxistin û asîmîlekirin. Kurd jî yek ji gelên herî zêde ku rastî vê polîtîkeyê hatine. Jinên Kurd ne tenê bûn qurbana polîtîkayên nîjadperest, di heman demê de hem weke jin hem jî wek Kurd ketiye pêvajoyeke paşguhkirinê. Ev paşguhkirin beşdariya jina Kurd a di qada siyasî de dûrxist, cihên ku ji bo wê dihatin diyarkirin jî sembolîk bûn. Li hember vê desthilatdariya ku civak û jin di nav pencên asîmilasyonê de pêçan dibû, felsefeya ku koka xwe ji têkoşîna jinên ku yên li çiyayên azad û bi taybet têkoşîna jinên rojavayî tê, derket pêş û bû dengek ji bo berxwedan û azadiyê. Felsefeyeke ku hebûna mirovahiyê ji nû ve ava dike û jinê weke navenda jiyanê dibîne.

Li rojavayê Kurdistanê bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi şoreşa 19ê Tîrmehê re cewhera felsefeya Jin Jiyan Azadî di nava dilê civakê û her jinek ku hezkiriyê azadiyê ye da rûniştan din. Jin ne tenê mafê beşdariyê bidestxistin di heman demê de bûn rêveberên saziyên siyasî, civakî, aborî, çandî. Herwiha bûn fer mandar û artêşa taybet bi jinan (Yekîneyên Parastina Jin-YPJ) ava kirin. YPJ bû sembola berxwedana jinan a li dijî desthilatdarî û xetertirîn terora (DAIŞ) di cîhanê de. Rêjîma Baasê ya Sûriyeyê rola jinan di çarçoveyeke teng û bêwate de hiştibû. Ev yeka bi hatina HTŞê re ya bi rêveberiya ‘Colanî’ re dewam dike. Ji wê zêdetir jî ji cihên biryargirtinê dûr hatin xistin. HTŞ bi fikra xwe ya îslamîst û radîkal li tevahiya Sûriyeyê bi kiryarên xwe belav bû. Her wiha bi xwe re têgehên nû jî anîn; bi taybet jî li ser jinan. Ji destpêka hatina wan û heta niha gelek kiryar, daxuyanî û biryar li ser jinan girtin. Li aliyekî din serçete Ebû Hatim El Şeqra ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef şehîd xistibû, cihê xwe di rêveberiya Sûriyeyê de girt. Li şûna ku ew û kesên pê re li dadgehên navneteweyî werin darizan din û hesab ji wan bê pirsîn, îro li Sûriyeyê xwe weke rêveber pêşkêş dikin.

Desthilata Şamê qaşo ku xwe weke parêzvanê mafên jinan dide diyarkirin, lê di rastiyê de ne wiha ye. Di van demen dawiyê de hejmarek jin weke di postên rêveberiyê de cih dane wan, wiha dane nîşankirin, lê piştre derket holê ku ew tene ji bo berjewendî û ajendeyên xwe xistine kar. Tenê hejmareke biçûk ya jinên nêzî xwe erkdarkirin, da ku bi rêya wê nîşan bidin ku cih dane jinan. Li aliyekî cihên sembolîk û şiklî didin jinan, li aliyê din jî di zanîngeh û dibistanan de nixumandina porê jinan û lixwekirina cilên reş li jinan tê ferzkirin. Hewldanên sîstematîk ên ku rola jinan ji cewherê wê dûr bixin û veguherînin amûreke di bin destê rêjîma desthilatdar de. Bi vî rengî temsîliyeta jinan dibe maskeyeke derewîn. Ji bo tepsandina zilm û polîtîkayên înkarkirina hebûna jinan tê bikaranîn. Ev şêwazê erkdarkirinê ji bo jinan serkeftinekê nîşan nade, berovajî wê kedxwariya sembola ji bo domandina sîstema baviksalariyê bi xwe ye.

Lewra di Sûriyeya nû de divê mafên jinan di qada pratîkê de were cîbicîkirin û parastin. Nimûneya vê yekê jî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digrin û bi awayekî pratîkî pêşengiyê ji xebatên gelemper re dikin. Divê tecrûbeya Rêve- beriya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were serwerkirin û jin ne wekî şiklî lê belê jin bi cewher û nasnameya xwe rengê xwe di Sûriyeya nû de xêz bikin