Tirkiye, bi hinceta êrîşa ku di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hatibû, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêleke nû ya êrîşên hewayî kiribû. Di van êrîşên xwe de Tirkiyeyê, navendên enerjiyê, bendav, depoyên xurekê kiribûn hedef û xesareke mezin gihandibû binesaziya herêmê. Her wiha di êrîşan de 47 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û 59 kes jî birîndar bûbûn.
Rêveberê Qada Petrolê ya Rimêlanê Ehmed Îbrahîm, encamên xesarên ku bi êrîşên Tirkiyeyê li binesaziya herêmê hatine kirin bi raporekeê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) parve kir. Di raporê de tê destnîşankirin ku zêdetirî yek milyar dolar xesara madî li herêmê çêbûye.
Îbrahîm, diyar kiriye ku hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di mijara êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de durûtiyê dikin û da zanîn ku ji ber ekîpmanên ji bo rewşên lezgîn di depoyan de veşartibûn, di demeke kurt de hinek qadan ji xizmetê careke din temîr kirine.
Her wiha Îbrahîm, destnîşan kir ku xebatên wan ên temîrkirina navendên ku xesar gihîştine wan didomin.