22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi êrîşên Dewleta Tirk 60 gund bê kehrebe man

Di encama êrîşên Dewleta Tirk ên li ser gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê, kehrebe li 60 gundan qut bû

Ji ber êrîşên Dewleta Tirk ên li ser gundewarên bajarên Girê Spî û Eyn Îsayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kehrebe li 60 gundan qut bû. Xebatkarên kehrebê nekarin xwe bigihînin wan deveran da ku sererast bikin.

Ji berpirsên Navenda Kehrebê ya Eyn Îsayê Îd El Selame diyar kir ku Dewleta Tirk di hefteya derbasbûyî de gelek caran derdora Stasyona kehrebê ya Eyn Îsayê topbaran kir, lê xebatkaran ziyanên ku bibûn sererast kirin.

El Selame diyar kir ku zêdetirî 10 roj in kehrebe li 60 gundên Girê Spî û Eyn Îsayê bi temamî qut bûye û got: “40 gund li Girê Spî û 20 gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê kehrebe ne.”

Ji ber qutbûna kehrebê stasyonên ava vexwarinê bêkehrebe man û ava vexwarinê bi temamî li wan gundan qût bûye.