Li Îranê, bi droneyan êrîş li kargeheke leşkerî hat kirin. Wezareta Parastinê ya Îranê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di derengiya şevê de bi droneyan êrîşî komelgeha kargeha Wezareta Parastinê ya li bajarê Esfehan hatiye kirin. Wezaretê angaşt kir ku êrîş ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye têkbirin.
Berovajiyê vê daxuyaniya wezaretê ji aliyê hin çavkaniyan ve hat ragihandin ku ji droneyan yek jê ji aliyê pergala parastina hewayî ve nehatiye têkbirin û gihîştiye hedefa xwe û kargehê xesar dîtiye.