Rêvebirina şoreşekê û bi destxistina serkeftina şoreşê barekî giran e ku ji bilî milên xwediyê vîn û biryardariyê tu mil nikare vî barî hilbigire. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo bi destxistina jiyaneke bi rûmet û avakirina statuya xwe, barê şoreşa ku di oxira wê de zêdetirî 13 hezar cangorî canê xwe feda kir û destkeftiyên giranbuha bidestxistin, hilgirtin ser milên xwe. Gel meşa vê şoreşê, heta bi serkeftina berxwedana li Bendava Tişrînê berdewam kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi rûxandina rêjîma Baasê a Sûriyeyê re di 8ê Kanûna 2024an de ji bo ku statuya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û qada xwe ya dagirkeriyê li Sûriyeyê berfereh bike, pêleke nû ya êrişê da destpêkirin. Ew jî hedefgirtina çavkaniya jiyanê ya xelkên herêmê û hedefgirtina Bendava Tişrînê bû. Piştî dagirkirina bajarê Minbicê dagirkeriyê bi tank, top, balafirên şer yên bêmirov û biçek, obus, moşek û hawanan berê êrişên xwe dan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê.
Girîngiya Bendava Tişrînê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 bendav li ser çemê Firatê hene. Bendava Rojava (Tişrîn) li başûr rojhilatê bajarê Minbicê ye. Bendava Firatê nêzî bajarê Tebqayê ye, Bendava Huriye jî nêzî bajarê Reqayê ye.
Bendava Tişrînê 115 kîlometreyan nêzî bajarê Helebê, 33 kîlometreyan li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye. Bendav wekî çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û ceyranê tê bikaranîn.
Hedefgirtina Bendava Tişrîn beşeke ji şerekî berfireh ê li herêmê bû. Gelek caran Dewleta Tirk a dagirker ji bo bi destxistina destkeftiyên stratejîk hewl dide binesaziya jiyanî bike hedef. Armanckirina Bendava Tişrînê jî hewldaneke ji bo qutkirina av û enerjiyê ji herêmên Sûriyeyê, têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berfirehkirina qada dagirkeriyê bû.
Li hember êrişên namerdane yên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên leşkerî li bendavê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) barê parastina xak û gelê xwe hilgirtin ser milan û bi hev re di eniyên pêş de şerê man û nemanê meşandin. Li kêleka berxwedana lehengane ya şervanan, xelkên heremê bi baweriya ku “Bendav bendava me ye” û bi felsefeya “em ji mirinê mezintir in” hevgirtina xwe avakirin û biryar dan ku ji bo parastina ceyran, av û axa xwe berê xwe bidin bendavê.
Di 8ê çileya 2025an de gel ji tevahî kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna ku mirov ber bi azadiyê ve biçe, kom bi kom herikîn Bendava Tişrînê. Tevî hedefgirtinên bêserûber ên ji aliyê balafirên Dewleta Tirk a dagirker ve gel mirin da ber çavên xwe û bi israr li bendavê dest bi nobeta parastinê kir.
Tirkiyeyê û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan xwestin bendavê dagir bikin. Bi balafirên şer êrişî refên gel û çalakiya nobetê kirin. Di encama êrişên hewayî yên balafirên Dewleta Tirk a dagirker de, di nava Berxwedana Bendava Tişrînê de 26 welatiyên ku di nava wan de rojnameger, siyasetmedar, rêveber, hunermend û werzîşvan jî hebûn şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn.
Di şopandina êrîş û geşedanên ku li herêmê rû didan rojnamegerên li eniyên pêş bi şervanan re xebatên xwe yên ragihandina heqîqetê meşandin. Di vê oxirê de di 19ê kanûnê de nûçegihana Ronahî TVyê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan di encama êrişeke hewayî ya Delweta Tirk a dagirker de li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê şehîd bûn.
15ê sibatê jî rojnameger Egîd Roj dema ku kêlî bi kêlî berxwedana gel a li bendavê dişopand û ew berxwedan bi rêya kamera û pênûsa xwe ji cîhanê re radigihand, di encama êrişeke hewayî ya Dewleta Tirk de şehîd bû. Şehîd Egîd Roj beriya ku şehîd bikeve wiha gotibû: “Ez ne tenê rojnameger im, di heman demê de ez şahidê dîrokê me.”
Lê em dikarin bibêjin berxwedana gel û şervanan ya li bendavê bû kelema çavên neyaran û planên wan ên vejandina Osmaniya Nû û têkbirina statuya Rêveberiya Xweser têk birin. Li eniyên cengê yên herî pêş bi pêşengiya Jînda Botan, Harûn Rojava, Ronahî û bi dehan fermandar û şervanên mîna wan berxwedana rûmetê hat meşandin.
Bi şev û roj çavên nobedaran li ser bedena bendavê vekirî dima û çokên wan li ber dengê stranên “Pira me ye, çemê me ye” dîlana azadiyê digerand. Her ku balafirên dagirkeriyê bendav bombebaran dikirin, dengê tilêliyan û dirûşma “berxwedan jiyan e” bi ser asîmanên bendavê diketin. Nobedarên ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk dihatin bi gerandina govenda azadiyê re bersiv didan êrişan.
Gelê herêmê bi berxwedana xwe ya li bendavê bûn mertalekî ji bo parastina tevahî Sûriyeyê, parastina destkeftiyan û ji nû ve avakirina civakeke demokratîk ku rêzê li pirdengî û dadmendiyê re bigire.
Berxwedana gelên herêmê ne tenê çalakiyek bû, ev berxwedan ji baweriya kûr a bi mafê jiyan û azadiyê derketibû. Gel fêm kiribû ku bendav ne tenê jêdereke, ji bo bi milyonan mirovan sembola jiyan, rumet û xeteke jiyanê ye.
Berxwedanê bi saya gel û şervanên azadiyê bi hêzeke polayî dewam kir û navê xwe di rûpelên dîrokê de her mayinde hişt, bi ser ket. Bendava Tişrînê bû şahidê destaneke ku nayê ji bîrkirînê. Vîna gel a ku biryar ji bo azadiyê dabû bi xwîna zarokên xwe misoger bike.
Bi serkeftina berxwedana Bendava Tişrînê re xewn û xeyalên Şehîd Menîce, Bavê Hogir, Bavê Teyar, Cîhan Bîlgîn, Egîd Roj, Nazim Daştan û bi dehan şehîdên din bû rastî. Serkeftina bendavê ne tenê serkeftinek welê ji rêzê bû. Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li hember Dewleta Tirk a dagirker û nimûneyeke zindî ya hêza gel di parastina xak û deskeftiyên xwe de.